Li sînorê Îranê di 6 mehan de 39 kolberên Kurd hatin kuştin. Di heman demê de 83 kolber jî birîndar bûn.

Di 6 mehên dawî de li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê de 39 kolberên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin û 83 kolber jî birîndar bûn. Li gorî daneyên saziya Hingaw a Navenda Mafê Mirovan di 6 mehên dawî de li ser sînorê Îran û Herêma Kurdistanê 39 kolberên Kurd ji aliyên hêzên Îranê ve hatine kuştin û 83 kolber jî birîndar bûne. Li gorî saziya Hingaw ji wê hejmarê 17 kolber rasterast ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û 8 kolber ji ber revîna ji ber hêzên Îranî hatin kuştin. Hejmara mezin yên wan kolberan, xelkê Urmiye, Sine û Kirmanşanê ne. Kuştin û birîndarkirina kolberên Kurd ji aliyê hêzên Îranî ve bû cihê nerazîbûna xelkê Rojhilatê Kurdistanê. Parlementoya Îranê jî biryara parastina mafên kolberan mîsoger bike da lê heta niha bi ti awayekî darîçav ew proje bi cih nehatiye.


Dîsa êrîşa pasdaran

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê, pêr li nêzî gundê Bêyran a ser bi Marmîşûya Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îranê çar kolberên Kurd birîndar kir.

Hêjayî gotinêye ku heftiya borî kolberê bi navê Zurar Mihemedî yê 20 salî li Serdeşta ser bi Urmiyê ve ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû gule baran kirin. Piştî ku heftiyekê li nexweşxaneyê ma, pêr jiyana xwe ji dest da.


 NAVENDA NÛÇEYAN