Cîgirê Eniyeta Întîzamî ya parêzgeha Ûrmiyeyê Îsa Qenberî ragihand ku di nehe mehên dawiyê yên sala par de, li ser sînoran 3 hezar û 603 operasyon li hemberî qaçaxçiyan hatine lidarxistin û di encamê de bihayê 70 milyar tîmenan barê qaçaxçiyan hatine desteserkirin. Lê belê der barê kuştina kasibkaran de tiştek negot. Li gorî hin agahiyan, di neh mehan de zêdetirê 80 kes di van bûyeran de hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Newroz TV’yê, di nava 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Li gorî ajansa nûçeyan a Kurdpayê, leşkerên Îranê di nava 3 mehan de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 35 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne.
Di sala 2010'an de 68 kuştinên bêdaraz
Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin. n ANF/URMIYE