MUSTAFA MAMAY / ANHA / QAMIŞLO

Ji bo hilbijartina “meclîsa herêmî” ya ku qonaxa duyemîn a hilbijartina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye, xelkê Rojava û Bakurê Sûriyê wê 1’ê Kanûnê biçe ser sindoqan. 

Ji bo avakirina saziyên ku li Bakurê Sûriyeyê bingeha federasyonê ne, di çarçoveya hilbijartinan de gel 1’ê Kanûnê diçe ser sindoqan û wê dengê xwe bi kar bîne. Di qonaxa duyemîn a federasyonê de endamên bajarok, navçe û meclîsa kantonê wê werin hilbijartin. Hilbijartina “hevserokatiya komunan” di 22’ê Îlonê de hatibû lidarxistin. Di Çileyê 2018’an de jî hilbijartina Kongreya Gel bi rê ve diçe ku qonaxa sêyemîn a hilbijartinan e. Kongreya Gel dikeve şûna parlamenê.

Wekî di hilbijartina “Hevserokatiya Komunan” de wê ji bo “Meclîsa Herêmî” jî kesên 18 salên xwe qedandî biçin deverên xwe yên hilbijartinê û li vê derê dengê xwe bidin. Kesên ku Sûriyeyê berê nasname nedabû wan û sala 1968’an rejîmê dest danîbû ser nasnameyên wan jî, wê piştî miameleyên pêwîst karibin dengê xwe bidin.


Her kes dikare nûnerê xwe hilbijêre

Di vê hilbijartinê de jî divê nîvê lîsteyê jin bin. Li gorî qanûnên Hilbijartinan ên Bakurê Sûriyeyê di her sê qonaxên hilbijartinê de divê ji sedî 60 bi hilbijartinê û ji sedî 40 jî bi wezîfedarkirinê pêk were. Ji bo bawerî û çandên cihê di çarçoveya kotaya ji sedî 40’î de wê avadaniya demografîk a herêmê li pêş çavan bê girtin.


Lîsteyên di hilbijartinan de 

Partiyên di hilbijartinê de li dora Hevgirtina Neteweya Demokratîk û Koalîsyona Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê kom bûne. Di nav lîsteya Hevgirtina Neteweya Demokratîk de 18 partî hene û tê de aliyên Kurd, Ereb û Suryanî û aliyên din hene. Di nav Koalîsyona Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê de jî 5 partî hene.


Pêvajoyê çawa dewam kir

Di 22’ê Îlonê de di qonaxa pêşîn de hevserokên komunan hatin hilbijartin. Li gorî komîseriya hilbijartinê li herêmên Cizîr, Efrîn û Firatê beşdariya li hilbijartinê ji sedî 70 ye. Li herêma Cizîrê 4327.142 kesan ji bo 2 hezar û 551 komunê, ji nav 7 hezar û 687 namzetan 5 hezar û 102  hevserok hilbijartin.

Li herêma Firatê 135.661 kesan ji bo 849 komunan ji nav 3 hezar û 192 kesan, 1698 hevserok hilbijartin.

Li herêma Efrînê jî 155.697 kesan ji nav 1.440 kesan 830 hevserok hilbijartin.


Qonaxa duyemîn

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan daxuyanî da û diyar kir ku qonaxa duyemîn a hilbijartinê dest pê kiriye. Li herêmên Cizîr, Efrîn, Firatê ji bo hilbijartina şaredarî û meclîsên navçe, bajarok û meclîsa herêmî ya kantonan wê 3 sindoq û li navçeyan jî wê 2 sindoq werin danîn. Li gorî vê, endamên meclîsa kantonê wê 62 kes bin, yên meclîsên bajêr 42 û endamên şaredariyan jî wê 38 kes bin. Her meclîs tevî hevserok û alîkarên xwe, ji 3 endam û 10 komîteyan pêk tê.

Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind diyar kir ku wê li 1270 navendan deng werin dayîn. Wê li herêma Firatê 256, li herêma Efrînê 205 û li herêma Cizîrê jî li 824 cihan sindoq werin danîn.


6780 namzetan miracaet kir

Hevseroka Komîseriya Hilbijartina Bilind a Herêma Cizîrê, Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku li herêmên Cizîr, Efrîn û Firatê 6780 kesan ji bo hilbijartina meclîsa herêmî miracaet kir.

Ji bo hilbijartinê propagandaya hilbijartinan jî didome. Roja dawîn a propagandayê 29’ê Mijdarê ango îro ye.




Propaganda hilbijartinê zemawend e


Endamê Rêveber ê TEV-DEM`ê ya herêma Sirînê Ebdulrehman Şêx Demir, bang li şêniyan kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û got, “Dem hatiye ku şênî bi îradeya xwe kesê guncaw hilbijêrin.”

Ebdulrehman Şêx Demir, di şahiya Lîsteya Neteweya Demokratîk li gundê Sêkolê Rojava ya girêdayî bajarokê El-Qadiriye yê başûrê navçeya Sirînê, axivî.

Şahî li dibistana gund bi amadebûna sedan şêniyên El-Qadiriye, her wiha namzetên herêmê, hate organîzekirin. Ebdulrehman Şêx Demir li vir axivî û roja hilbijartinan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Şêx Demir bang li şêniyan kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û got, “Dem hatiye ku şênî bi îradeya xwe û bi rengekî demokratîk nûnerên xwe hilbijêrin.“

Piştre jî navê namzetên bajaroka El-Qadiriyê ku ji 38 in, hatin xwendin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.