NÛRHAT HEFTARO
Di aliyê etnîkî de jî; 5 etnîsîteyên sereke li Sûriyê hene: Ereb, Kurd, Ermen, Tirkmen, Asûrî/Sûryan û Çerkes.
Di sedsala bîstan de, li gorî sînorên ku ji dewleta Sûrî re hatine xêzkirin, Rojavayê Kurdistanê bû para Sûriyê. Kurd bi awayekî aktîf beşdarî avakirina komara Sûrî bûn. Nexasim di pêvajoya ku em dikarin weke veguherîna demokratîk jî bi nav bikin, xwediyê tesîreke mezin bûn. Lê belê, Kurd ji aliyê partiya Baas’ê ya Erebî hatin marjînalkirin, mafê hemwelatîbûnê ji wan stendin û bi felaketên mezin re rûbirû bûn. Ji bîr kirin ku çawa Kurdan di avakirina komara Tirkiyê de rol lîstin, di avakirina komara demokratîk a Sûrî de bi rola sereke rabûn. Ma kî çîroka ciwanê Kurd Suleyman Helebî yê ji gundê Kokanê yê Efrînê ye nizane ku fermandarê artêşa Fransî Jean-Baptiste Kléber li ser destê wî hate kuştin.
Weke hemû pêkhateyên din Kurdan jî li dijî dagirkeriya Fransiyan têkoşiyan û kevirê sereke ya şoreşa Sûriyê ya mezin bûn. Gava ku Fransî derbasî Sûriyê bûn, rastî berxwedana wezîrê şer ê wê çaxê Yûsif El-Ezeme hatin. Kurd jî parçeyek sereke ji berxwedanê bûn û şerê Meyselon a li dijî dagirkeriyê bi pêşengtiya Kurdan bû.
Piştî hatina Fransayê; Kurdan jî daxwaza otonomiyê kir. Dema ku di salên sihî de Fransayê bi hikumeta Şamê re hevpeymanek mohr dikir, serok-eşîrên herêma Cizîrê daxwaz-nameya xwe ji Fransiyan re bi rê kirin. Di daxwaznameyê de mafê xweseriyê tê xwestin. Zêdetirî sed kesayetên xwedî tesîr ên ji bakurê Sûrî, ji serok-eşîr, bazirgan bigire, heta rûspiyên Kurd û Xiristiyanan mohra xwe li daxwaznameyê dan. Ev daxwazname ji aliyê Dr. Kamûran Bedirxan û Heco Axa ji nûnerê Fransayê yê li Beyrûtê re hate şandin. Lê ji ber ku ev daxwaz hatin paşguhkirin, pêkhateyên Cizîrê daketin qadan û banga pêkanîna daxwazên xwe kirin. Têkildarî daxwazên Kurdan; helbestvanê Kurd ê binavûdeng Cegerxwîn wiha dibêje; “Di rastiyê de armanca me ew bû ku Kurd mafên xwe yên neteweyî û mirovahî li Sûriyê bi dest bixin. Bi gotineke din; piştî derketina Fransayê, me dixwest weke birayên me yên din, em jî di bin banê ala Sûrî de xwedî maf bin. Ji ber ku em ditirsiyan; tişta ku bi ser birayên me yên Kurd di bin banê desthilatdariya Farisî û Tirkî de hatiye, bi serê me de jî were, dawiyê jî bi serê me de jî hat.”
Rola Elewiyan
di avakirina komara Sûrî de
Pêkhateya elewî jî di avakirina komara Sûrî de roleke sereke lîst. Elewî li Sûriyê bi piştgiriya Fransayê di tecrûbeya sîstemeke xweser re derbas bûn û paytexta wan parêzgeha Laziqiyê bû. Heta sedsala bîstan; elewî li Sûriyê bi navê “Nisêrî” dihatin naskirin. Lê têgeha Elewîtiyê bi hatina Fransiyan re li Sûriyê belav dibe. Di hemû serdemên Îslamî de elewî bi felaketan re rûbirû man. Nexasim desthilatdariya Osmanî gelek bi serê wan de anî. Lewra elewiyan li Sûriyê çiya ji xwe re weke stargeh bi kar dianîn.
Bi derbasbûna Fransayê nava xaka Sûriyê, rewşa Sûriyê tê guhertin û li dijî Fransayê di nava hemû pêkhateyan de pêleke berxwedanê dest pê dike. Elewiyên Sûrî bi pêşengtiya Salih El-Elî li dijî Fransayê şer kirin, lê vê yekê dom nekir û sala 1921’an, Fransayê çiyayên elewiyan bi temamî bi dest xistin. Sala 1922’an Fransayê li wê derê “dewleta elewiyan” damezrand. Armanca wê yekê ew bû ku federasyonekê li Sûrî ava bikin; lê proje neçû serî. Weke Inglîzan, niyeta Fransayê ya rastîn ew bû; “parçe bike, rêve bibe.”
Elewiyan roleke sereke di artêşa Sûriyê de lîstin û ji ber feqîrî û belengaziyê tevlî artêşê dibûn. Lê belê piştî darbeya Hafiz Esad û serweriya elewiyan li ser dewleta Sûrî, demokrasî paş dikeve; bin navê milletgiriya erebî mezhebparêziyeke veşartî dihate meşandin. Jixwe vê xurafeyê “neteweperestiya erebî” Sûriyê ber bi şerê Armaggedonê ve bir û bi hezaran mirov bûn qurbanê vê “xurafeyê”.
Rola Drûziyan
di avakirina komara Sûrî de
Ji pêkhateyên ku di înşakirina komara Sûriyê de rol lîstin, Drûz in. Drûzî li rojhilata naverast yek ji baweriyên herî kevn e. Navenda drûziyan li Sûriyê, bajarê Suweydayê yê dikeve başûrê Sûrî ye. Her wiha li herêmên Horan li başûrê Sûrî û li gelek herêmên bakur-rojavayê Sûrî belav dibin. Li gorî gelek dîrok-nasan, koka drûziyan vedigere şîatiya Ismaîlî û çavkaniyên mîstîsîst ên Îslamê. Drûzî çanda Îslamî û sofî ya rojhilata naverast aniye gel hev û du. Her wiha bi felsefeya Yewnanî ya kevn jî bandor bûne. Ji ber vê yekê ji mezin û rûspiyên wan re dibêjin “Şêx aqil”; ango bi felsefeya “aqil” bawer dikin.
Weke Kurd, Ereb, Elewî û Xiristiyanan, Drûzan jî bi çand û baweriyên din ên li Sûrî; roleke bi girîng di avakirina komara Sûrî “dewleta neteweyî” de lîstin. Ma kê bi qehremantiya lîderê şoreşa Sûriyê ya mezin (sala 1925) Sultan Paşa El-Etreş a bi koka xwe drûziye, nebihistiye.
Şoreşa Sûriyê ya mezin (1925-1927) şoreşeke neteweyî ya li dijî dagirkeriya Fransayê bû. Şoreşa ku bi hevgirtina gelên Sûriyê pêk hatibû. Mirov dikare wisa bibêje; meylên neteweya demokratîk xurtir bûn. Netewe-dewleta tine bû. Lê piştre bi komplogerî, mîtolojiyên Cemal Abullnasir û partiya Baas a erebî û sosyalîst û bi navê yek-rengiyê û pîrozbûna dewletê, Sûriyê ji xwediyên wê yên heqîqî hate dizîn.