Pirtûka Tehsîn Îbrahîm Doskî “Baxê Îrem, Geştek li Nav Şi’ra Kurmancî ya Klasîk” bi amadekariya M. Zahîr Ertekîn ji Weşanên darayê derket. “Baxê Îrem”, 34 şairên Kurmanciyê yên klasîk dide nasîn û ji helbestên wan nimûneyan berpêş dike.

Pirtûka “Baxê Îrem, Geştek li Nav Şi’ra Kurmancî ya Klasîk” ya Tehsîn Îbrahîm Doskî ji Weşanên Darayê derket. Akademîsyen, Doç. Dr. Mehmet Zahîr Ertekîn pirtûka Doskî ji alfabeya Erebî veguhestiye alfabeya Latînî.

Şiira Kurmancî ber bi kemilînê ve

Di berga paş a “Baxê Îremê” de ji bo xebata hatiye kirin tê gotin, di berhema heyî de 34 şair cih digirin û ji van helbestvanan hinek jê heta niha qet navê wan nehatiye bihîstin: “Yek ji berhemên lêkolînî ya vê qadê, ku bi xwe jî li sehayê hatiye lêkolînkirin û nivîsîn, ev berhema li ber destê we ye, ango Baxê Îrem e. Baxê Îrem 34 şairên kurdî-kurmancî yên klasîk dide nasîn û ji şi’rên wan nimûneyan berpêş dike. Her wiha çend helbestên xwedînenas jî di nava rûpelên xwe de dihewîne. Bi Baxê Îremê şi’ra kurdî, bi hinek gul û kulîkên dî xemiliye, bêtir ber bi kemilînê ve çûye. Bi Baxê Îremê bêhn û reng û dengê kurmanciya klasîk bilindtir tê sehkirin û ev edebiyata xwediyê mercên dijwar, hinekî din, ji nava berfê serê xwe rakiriye. Em bi vê berhemê haydar dibin ku 34 şairên klasîk ên kurmancî li lîsteya şairên klasîk ên kurmanc zêde bûne. Heta niha belkî li tu derê, ji van şairan hinek, nedihatine zanîn. Îja, bi vê berhemê, li ber lêkolerên vê qadê deriyek vebû. Baxê Îrem bû mifteyek, da ku gelek deriyên din li vê biwarê bên vekirin.”

Ji Hemîdî heta Şewqî 

34 şairên di Baxê Îremê de ev in: “Mela Mehmûd (Hemîdî), Mîr ‘Îmaduddînê Hekkarî (Sebûrî), Qanî, Biharî, Bazelî, Ehmedê Katibê Qubad Begê, Derdî, Mela Îbrahîmê Katûnî, Muhemmed Teyyar Paşa (Xerîbî), Xiyasî, Mela Mihemedê Pîzanî, Mihemedê Qoşlî, Yûsifê Terxan, Şêx ‘Ebdulqadirê Xanî, Ebdullahê Mexribî, Mela Remezanê Ebbasî, Lexer, Axayokê Bêdarî, Sadiqê Amêdî, Muradxanê Bayezîdî, Macin, Mun’imî, Ze’îfî, Mela Husên, Nesîmî, Hacî, Sewdayî, Cudayî, Mîna, Durefşanî, Mela Meqsûd (Esamî), Taha, Mela Mihemedê Soçî yê Baneyî, Sibxetullah û Mela Muhemmedê Xanî (Şewqî).” n NAVENDA NÛÇEYAN