Alîkarê emîrê DAIŞ'ê yê eniya Kobanê Yasîn Ebdilezîz Egûmî, ku di komkujiya 25'ê Hezîranê ya li hemberî Kobanê bi desteka dewleta Tirk hat kirin de bi saxî ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, li desteka leşkerî û lojîstîk a Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê mukur hat. 


Cihê we yê di nava DAIŞ'ê de çi ye, hûn dikarin xwe bidin naskirin?

Yasîn Ebdilezîz Egûmî, Ji Fasê me. Herî dawî min wezîfeya alîkariya emîrê eniya Kobanê Ebû Bettar El Misrî dimeşand. 


We êrîşa komkujiyê ya li hemberî Kobanê li ku û çawa plan kirin?

Şevek beriya vê êrîşî agahî ji me re hat. Bang li me hat kirin ku em biçin Tabqa. Ji me re hatibû gotin ku em ê êrîşî Hesekê bikin. Dema em çûn Tabqayê, Ebû Bettar El Misrî ji me re got, em ê êrîşî Kobanê bikin. El Mîsrî li ser sînevîzyonê plansazî û taktîka êrîşê ji me re ragihand.

 

Plansazî bi çi awayî bû?

Me bi giştî şeş kom ava kirin, di her komê de 12 kes hebûn, bi giştî em 82 kes bûn. Di nava komên êrîşê de Ebû Bettar El Misrî jî hebû. Koma destpêkê benda lêgerînê ya li başûrê bajarê Kobanê girt. Koma duyemîn a El Misrî jî di nav de bû, bi wesayîta bombebarkirî, êrîşî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kir. Koma sêyemîn jî rêya aliyê rojhilat a ji Til Ebyadê dihat, girt. Koma çaremîn êrîşî Girê Miştenûrê kir, armanc kontrolkirina gir bû. Komên pêncemîn û şeşemîn jî ketin nava bajêr. Em li nava bajêr belav bûn û li hin nuqteyan bi cih bûn. Piştre du kom ji Sirîn û Cerablûsê hatin û destek dan me. Komeke biçûktir jî ji Tirkiyeyê, ji nuqteya sînor a li Girê Kaniya Kurdan a li rojhilatê bajêr bi cebilxaneyê hat û Kaniya Kurdan girt.

 Armanca me ew bû ku bajêr bi dest bixin, rêyên bajêr bigirin û pêşî li derketina sivîlan ji bajêr bigirin. Lê belê plana hat kirin, li gorî dilê me nemeşiya. Destwerdan hat kirin. Em jî piştî wê kêliyê li kolanên bajêr belav bûn û her kesên derketin pêşiya me çi sivîl çi leşker, me hemû kuştin.

 

Çima we êrîşî sivîlan kirin?

Sivîlên destekê didin YPG'ê jî ji bo me kafir in û qetla wan helal e. Ji bo tol ji sivîlên li Kobanê hevkariyê bi kafiran re dike were hilanîn, me ew jî hedef girtin.

 

Hûn dizanin ka DAIŞ ji kîjan welatan alîkariyê digire?

 Bi giranî alîkarî ji Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê dihat. Kelûpelên weke kinc û betaniye ji Erebîstana Siûdî dihatin. Xwarin û pêwîstiyên jiyanî ji Tirkiyeyê dihat. Me petrol difirot Tirkiyeyê. Ez bi vê dizanim. Lê belê bi kîjan rê dihat firotin, çawa dihat birin, wê nizanim. Di berdêla petrolê de dizanim ku ji Tirkiyeyê alîkariya lojîstîk ji me re dihat. 


 ANF / NAVENDA NÛÇEYAN