Li Elmanyayê berxwedana hawîrdorparêzên li Hambacher Forst (Daristana Hambachê) a nêzî bajarê Aachenê ya li dijî şirketa enerjiyê RWE´yê pêr kete qonaxeke nû. Rojnamevanekî ciwan ku ev demek e, jiyana hawîrdorparêzan a li daristanê li xaniyên serdaran dişopand, piştî ku ji 15 metroyan kete xwarê, mir. Li gorî agahiyên hatî belavkirin, ev rojnamevan blogkerê bi navê Steffen M. ye.

Berxwedana ku destpêka hefteyê dest pê kir, li aliyekî hişkbûn û rijdbûna dewletê li ser ya xwe nîşan da, li aliyê din jî bi berxwedanê mumkinbûna dinyayeke din ji bo kesên li alternatîfan digerin.

Şirketa RWE santralên termîk ku bi komirê dişixulin, ji bo hilberîna elektrîkê bi kar tîne. Ew îdîa dike ku ji bo dewama hilberîna elektrîkê divê ev daristana herî kevin a Elmanyayê bê birrîn. Hawîrdorparêz li ber vê radibin, hem ji bo parastina vê daristana 12 hezar salî, hin cûreyên di bin parastina fermî de yên mîna baçermûkên Bechsteinê, Beqêqevzan û Mişkêgûzan li aliyekî, li aliyê din ji ber ku ew dixwazin dev ji hilberîna elektrîkê bi komirê bê berdan. Polîs destpêka vê hefteyê dest werda çalakgeran û bi bikaranîna maşînên kar, amûrên şidetê yên weke cop, spreya çavsotîner, ava bi şid bi kar anîn. Ji 51 xaniyên serdaran, polîsan îdîa kir ku wan heta çarşemê kariye 39´an vala bikin.

Polîs xwe bê guneh dibîne

Bi her halî, dema ku polîsan çarşemê destwerdana xwe dewam dikir, piştî nîvrojê saet qederê 15:50´î rojnamevanê ciwan ji ser pireke di navbera du malên serdaran de di encama çikestina pirê de ket erdê. Rojnamevanê bi girranî birîndar bû, li cihê bûyerê paşê mir. Polîsan îdîa kir ku ti elaqeya bûyerê bi destwerdana wan nîne. Lê hem çalakgerên li ser medya civakî û hem jî hawîrdorparêzên li cihê bûyerê, polîs gunehbar dikin. Li gorî wan dema wî xwestiye wê kêliye destwerdana polîsan bi şopîne ketiye xwarê û heta hin çalakvan dibêjin, dema ku polîs dixwest xwe bigihîne çalakvanekî din ê li ser daran, rojnamevan ketiye xwarê. Polîs dibêje, dema ku wî dixwest karteke hafizeyê bi benekî bikişîne jor ji bo mekîneya xwe ya wênegir, bûyer qewimiye.

Destwerdan sekinî

Piştî bûyerê destwerdana polîs bi temamî hat rawestandin. Berdevkê polîs da zanîn ku ji çarşemê ve êdî navber dane êrişa xwe ya ji bo xalîkirina ji mirovan a daristanê. Polîs dema ku nûçe dihat amadekirin fermî neda zanîn ka lêpirsînê destpêkiriye yan na, lê Wezîrê Karê Hundir ê eyaleta NRW´yê Herberg Reul da zanîn ku polîsên ji deverên derveyî destwerdanê jî ji bo silametiya lêpirsînê wê bên wezîfedarkirin.

Li aliyê din dema ku nûçeya me dihat amadekirin, li ser pêşnûmayeke Partiya Keskan, parlamena eyaleta NRW minaqeşe liser wê yekê dikir ku ka memorandûmekê birrîna daristanê bidin RWE Power AG yan na. Li gorî pêşnûmayê divê RWE daristanê nebirre heta ku karê komîsyona komirê bi dawî bibe. 

 

AACHEN

 
 

Xwediyê maşînan maşînên xwe vekişandin

 

Di bûyera destwerdana polîsan a ji bo valakirina Daristana Hambachê de da ku darên wê karibin bên birrîn, qewmîneke balkêş da der. Şirketa bikirêdana maşîn û dikên kar a bi navê Arbeitsbühnen-Verleiher Gerken maşînên xwe ji daristanê vekişandin. Polîsê Aachenê û yên ku destwerdan bi rê ve dibirin, ev maşîn bi kar dianîn. Şirketê da zanîn ku polîsê ku bûye mişterî, qet ji şirketê re behsa sedema kirêkirinê nekiriye.

Polîs dikên bi krokî bilind dibin û nizm dibin ji bo valakirina xaniyên serdaran bi kar anîn.

Şirketê sedema vekişandina maşînên xwe jî wiha parve kir: “Ji ber ku em jî bi ti awayî helwêsta destwerdana li Daristan Hambachê erê nakin û nikarin bikaranîna maşînên xwe li wê derê ji bo xwe jî rewa bikin. me îro (doh) biryar da ku maşînên xwe li wir betal bikin.

Em vê dikin tevî ku hiqûqî em nikarin vê bikin, û bi vê jî xwe didin ber zextên hiqêqî yên mişteriyê xwe (polîs).”