Endamên Asayîşê ji bo ku ewlehiya herêmê biparêzin di rewşên pir zahmet de kar dikin. Her endamek asayîşê rojê 8 seatan dibin germa dijwar de bi dildarî nobetê digire.

Yek ji wan jî Apê Salih yê 56 salî ye. Apê Salih li benda kontrolê ya li başûrê bajêr erka xwe dike. Apê Salih ku mirovekî xizan û bavê 6 zarokan e, di maleke ji du odeyan pêk tê de dijî, lê li vê yekê jixwe re nake xem û pirsgirêka malbata xwe jî wekî perçeyek pirsgirêka civakê dibîne. Bi vê hişmendiyê jî Apê Salih difikire ku dema pirsgirêkên civakê bên çareserkirin wê yên malbatî jî çareser bibin. Lewre karê parastinê wekî erkek pîroz dibîne. Apê Salih vê nêzîkahiya xwe jî bi van gotinan tîne ziman: “Ez erkên xwe yên parastina bajêr pêk tînim, hayê min ji serma û germê tuneye, ez bi erkên xwe kêfxweş im."
Yek ji endamên Asayîşê Serdar jî diyar kir ku wî jiber erka xwe ya welatparêziye xwendina xwe ya zanîngehê daye sekinandin û wiha got “Rojavayê Kurdistanê di rewşên aloz û hestiyar re derbas dibe, di vê rewşê de gelek erk dikevin ser milê ciwanan,  lewma min xwendina xwe rawestan û tevlî nav hêzên asayişê bûm.”
Asayişa bajarê Kobanê ji bo ewlekariya bajêr li sê rêyên ketina bajar bendên kontrolê danîne, hemû maşine û kesên dikevin bajêr kontrol dikin. Di dema nobetê de li wan bendên kontrolê gelek caran kesên bi guman û bazirganên heşîşê hatine girtin û binçavkirin. 

KOBANÊ