Di salona rûniştina Doza ‘KCK’ê ya li Sîlîvriya Stenbolê de 4 nifşên gelê Kurd hatin cem hev; pîr, kal, zarok, nevî… Hin ji wan bersûc, hin şahid û zarokên jî haya wan ji tiştekê tune. Li aliyekê kesên ji aliyê mêtîngeriyê ve dîl hatine girtin, li aliyeke din gelê li dilan xwedî derdikevin. Ji bo vegotina darizandinê jî peyva “şano” jî êdî têrê nake.
5’emîn rûniştina doza “bersûcên” ji doza KCK’ê li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sîlîvriya Stembolê tên darizandin, dê îro dîsa bidome. Ji bilî daxwaza “xwendina tevahiya îdianameyê” hemû daxwazên parêzeran tên redkirin. Her roja demjimêr di 09.30’an de ji hemû nifşên civaka gelê Kurd, li Sîlîvriyê hev du dibînin.
Destdan qedexe ye!
Her kesê li cihê xwe, bang dike an jî destên xwe dihejînin, dixwazin xwe bigihînin xizm û hevalên xwe yên ku bi mehane dest nedane an jî nedîtine. Lê di navbera wan de leşker û kursiyên ji bo bersûcên beşdarî rûntişê nebûne hene. Ji ber wê jî destdana hev qedexe ye. Carna jî zarokek biçûk li ser milan bilind dikin. Bi vî awayî silav ji bavê xwe re dişîne. An jî bavê ku bi mehane zarokên xwe nedîtine, ji bo çend saniyeyan dibîne.
Hinek ji wan jî dixwazin cendirmeyên di salona rûniştinê de qane bikin û dibêjin “Ez biçim vir, bibînim û bêm”, hin ji wan jî dibêjin “ji bo vê rûniştinê ez ji dûr hatime, tenê silavek bidim û vegerim”. Lê ev jî qedexe ye. Ji ber ku li vê salona rûniştina dozê tenê qûralên mêtîngeriyê hene.
Xwendina îdîanameyê
Di dema xwendina îdianameyê de salon bê deng dibe. Îdianame di heman demê de li ser ekranê ye jî. Kalek 70 salî bi kincên Kurdî ve ketiye hundirê salonê û hêdî hêdî tisbiyên xwe dikişîne. Dayikên Aşitiyê yên ku hemû bersûcan ji nêzîk ve nas dikin bi sebir guhdarî bêjerên (spîker) TRT’ê dikin. Gava mirov pirsa “we çi jê fêm kir” ji pîr û kalan dipirse, îfadeyên wan careke din bi bîr dixin ka çiqas pêwîstî bi wergerek ji bo vê îdianameyê heye. Ciwan balê dikişînin ser “Peymana KCK’ê” ya îdianameyê de û dibêjin “Nivîsê ji bo perwerdehiyê amade kirine.”
Ji bo ketina temaşevanan a ji bo dozê zilm heye. Li ber deriyê edliyeyê tevî telefonan, hemû amûrên ku deng û dîmen tomar dikin, ji aliyê cendirmeyan ve tên wergirtin. Piştre jî di cîhazê X-rey re têne derbaskirin. Ji ber ku bihîstyariya cîhaz pir zêde ye, zilam neçar dimînin ku kembera şal û şapêkên xwe derbixin. Piştre jî bê ku bêjin jin an mêr, bi dest li hemûyan digerînin. Bi gotineke din; tacîza bi destan tê kirin.
Ji ber vê îşkenceya lêgerînê, kesên dikevin hindur êdî naxwazin derbikevin. Dayik dibêjin “Ger em derbikevin êdî nahêlin em vegerin” û li hundir dimînin.
Zombî hun in
Nivîskarê Frensî Sartre, di pirtûka xwe ya bi navê “Neleta li ser Rûerdê” de wêrekiya gelê li hemberî mêtîngeriyê serî hildide wiha vedibêje: “Hovên wana, ew dehbeyên sihê, dehbeyên we ji bilî rihên mirî ne tu tiştek din bû; Yên ku ronahî dan wan hûn bûn, ten diwêriyan bi were biaxivin, we xwe nedigirt ku bersivê bidin van cure Zombiyan. Kurên wan we ji nedîtî ve tên; agirek wana dixwaze û ronî dike, ger agir were vêxistin jî, ew ne hûn in… Lê yên niha ji dûrahiyê ji xwe re rawestiyane, ji tarîtiyê ditirsin, ji sermayê direcivin hûn in. Ji xwe re li wir bin, dê berbangek nû ji vê sibê derbikeve, yên Zombî hûn in.”
Gelê Kurd jî bi rojane ji bo li xizm û hevalên xwe yên ji aliyê mêtîngeriyê ve dîl hatine girtin xwedî derbikevin û ji mêtîngeran re bêjin “Zombî hûn in”, ji 2’ê tîrmehê ve li Sîlîvriyê nobetê digirin. Nobet dê vê hefteyê jî bidome.
RÛKEN ADALI / ANF/STENBOL