Ên ku herî zêde ji şer bandor dibin bê guman zarok in. Zarokên Şengalê ji bo derûniya wan a li hember ferman û şer derbas bibe daxweza dibistana zimanê dayîkê dikin. Bi 20 mamosteyên dildar di 11 karavanên ku kirine dibistan de 700 zarok li Şengalê perwerdehiya xwe dibîne.
Di nava şert û mercên ên zehmet de 20 ciwanên Şengalê ji bo xebata perwerdehiya ziman ketin tevgerê. Komîteya Perwerdehî yên Êzîdî ji bo zarokên li çiyayê Şengalê dest bi xebatê perwerdehî kirin. Endama Komîteyê Gûlîstan Mîlîtan destnîşan kir ku di 3’ê Tebaxê de gelê Şengalê rastî qirkirina çandî û fîzîkî hatiye û di vê fermanê de herê zêde zarok bandor bûne. 

Gulîstan Mîlîtan diyar kir ku ew wekî ciwanên  Şengalê xwe bi rêxistin dikin û hewldidin derûniya zarokan sererast bikin û perwerdehiya wan berdewam bikin. 


Ji Rojava alîkarî


Gulîstan Mîlîtan bi bîr xist ku wan sala borî perwerdehiya despêkê di konan de dan destpêkirin û wiha axivî: “Li Şengalê zivistan gelek sare û havîn ê jî gelek germ e. Li beramberî hemû zehmetiyan me perwerdeya xwe qedand û îsal jî me dest bi perwerdehiya nû kir. Navê her dibistanekî bi navê ciwanên ku di pêvçûna Şengalê de şehît ketiye me lêkir. Van zarokan wê ciwanên ku ji bo şertê jiyanê başbikin şehît ketin ji bîr nekin.”



Gulîstan ragihand ku Komîtiye Perwerdehî ya Rojava 11 karavan ji bo dibistanê diyarî wan kiriye û wiha pêde çû: “Ji bo ku perwerde di çerçoveya pergalek de bê rûnişkandin me komîteyê xwe avakir. Îsal jî me amedekariya pirtûkên perwerdê kir.  Niha li çiyayê Şengalê di 11’e karavan û 2 konan de 700 zarok perwerdeya xwe dibîne.”


Cîhe perwerdehiye 

Gulîstan Mîlîtan diyar kir ku ji ber hêjmarê zarokan geleke ew her danekê komek zarok digrin perwerdê û wiha got: “Ji ber pirsgirêka cîh niha me tenê dibistana seretayî refa 1,2,3,4 daye despêkirin. Dema ku derfet û mercên me hîn baştir be em ê dibistanên navîn û lîseyê jî vekin. Perwerdehiyên me ji zimanê dayîk, bîryarkarî, zanyariya civakî, mûzîk, werzîş û beşên ehlaqî pêk tê.”




Hikûmeta herêmê dibistana digre

Gulîstan da zanîn ku Hikûmeta Herêmê ji bo ku vîna Êzîdiyan bişkîne her tiştî dike û wiha pêde çû: “Hikûmeta Herêmê naxwaze em bi lehceyê Kurmancî perwerde bibînin û ji ber vê ji niha de gelek pirsgirêk û astengî derdixe. Herî dawî hatin li gundê Kersê dibistana me girtin. Nêzî 300 pêşmerge tevî çekê giran doçka dora dibistanê dorpêç kirin, zarokan ji dibistanê derxistin û dibistan girtin. Em ê li hember van astangiyan dev ji têkoşîna xwe bernedin. Li kur dibe bila bibe di kîjan şert û mercî de dibe bila bibe em ê perwerdehiyê xwe berdewam bikin. Çi derfet ji destê me bê em ê ji bo zarokan bikin jiyanê.”




Pêdiviya zarokan bi alîkariyê heye


Gulîstan ji bo zarokên Şengalê banga alîkariyê kir û got:  “Derfetên me kêmin û zarok hîna di du konan de perwerde dibînin. Pêdiviyên me bi pirtûkên çîrok, pênûs û defter heye. Baran û sira vir zêdeye, ji bo ku zarok perwerdeya xwe bi tendurist bibînin pêdivî bi cilên qalind û solan heye. Di vî milî de zarokên Şengalê destê xwe dirêjî mirovên xêrxwazan dikin.”



Ji bo alikariye 


Ji bo kesên dixwazin destê xwe dirêjî zarokên Şengalê bikin û alîkarî bidin li ser hijmara 009647511982278 dikarin xwe bighînin endama Komîteya Perwerdehî ya Êzîdiyên Şengalê Gulîstan Mîlîtan.


TUGBA AKYILMAZ/JINHA/ŞENGAL




Li zanîngeha Tehranê Kovara Roj


Xwendekarên zanîngaha Tehranê kovara Roj derdixin. Kovar bi zimanê Kurdî û Farsî ye û cih dide mijarên çandî, civakî  siyasî.

Kovara Roj yekemîn hejmara wê di Gulana îsal de hat derxistin. Kovar bi zimanê Kurdî û Farsî ye û xwendekarên zanîngeha Tehranê derdixin. Mijarên çandî, civakî û siyasî mijarên sereke yên kovarê ye. Kovar ji ber astengî û pirsgirêkên cur be cur bi awayekî peryodît nikare weşana xwe bike. 

Xwediyê Rojnameyê Ferşad Emînî ye û edîtor jî Nadir Kesrayî ye. Desteya edîtoriya Rojnamê ji RojNews re ragihand ku piştî hêjmara yekemîn niha hêjmara duyemîn di destê wan de ye ku di demek nêz de tê weşandin. Herwiha desteyê xwest ku kesên nivîskar dikarin derbarê mijarên cur be cur de ji wan re nivîsan bişînin.  


 ROJNEWS/TEHRAN