Li Sûriyeyê li aliyekê kuştin û serhildan berdewam dikin, li aliyê din jî hate ragihandin ku Pêşnûmeya Makeqanûnê ya ku ji aliyê komîsyoneke taybet ve hatiye amadekirin, dê di 26’ê sibatê de bikeve referandûmê. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriye, Sanayê, Serokdewlet Beşar Esad biryara ku dihêle ku referandûm di 26’ê sibatê de pêk bê îmze kiriye. Wezîrê Derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov di 7’ê sibatê de, di dema serdana xwe ya bo Sûriyeyê de ragihand ku makeqanûna nû ya Sûriyeyê amade ye û got; “ Serokdewlet Beşdar Esad dê di van rojan de bi komîsyona makeqanûnê re hevdîtin pêk bîne. Xebat bi dawî bûn, dê Sûriye roja referandûma makeqanûnê diyar bike.Ev yek pir girîng e.”
Serokdewletê Sûriye Beşar Esad di daxuyaniya di 10’ê çile dabû de ji bo referandûma makeqanûnê meha adarê destnîşan kiribû.
Di makeqanûna nû de derbarê serokomartiyê de guhertin hatiye kirin ku serkomartî tenê 2 caran dibe her carekê 7 salin. Lê derbarê makeqanûna nû de hê tu agahdarî tune ne û kesek nizane gelo dê derbarê pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên sereke ên demokrasiyê û mafê mirovan guhertin heye an na, heta niha kesek nizane bi çi rengî ye.
Îranî hatin girtin
Meclîsa Serkirdayetiya Şoreşê` li wîlayeta Îdlibê ragihand ku şoreşgerên Îdlibê 6 kesên îranî girtin, di dema ku di basekê de diçûn kampa nûciwanan li devera Mestûme li tenişta bajarê Îdlibê, li gor daxuyaniyeke ku meclîsê belav kir. `Meclîsa Serkirdayetiya Şoreşê` li wîlayeta Îdlibê diyar kir ku kampa nûciwanan ji aliyê rêjîmê bûye ordîgeheke leşkerî bi mebesta wêrankirin û kuştina rûniştiyên wîlayetê û zarokên wê yên bêguneh, dîsa li gor daxuyaniya meclîsê. Meclîsê herwiha tekez kir ku girtina her şeş kesên îranî bi awayekî eşkere destêwerdana Îranê di karûbarên Sûriyê de dide xuyakirin, ku rêjîma Îranê berê ragihandibû ku karûbarên Sûriyê meseleyeke Îranê ya navxwe ye.
ŞAM