Komîsyona Partiyên Siyasî ya bi boneya Sûriye pê derbasî sîstema pir partî bibe, hatiye damezrandin, avakirina partiyek nû ya Sûriyeyê pesend kir. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriye Sanayê, partiyek bi navê Partiya Demokrat a Sûriye hate damezrandin, ji aliyê komîsyonê ve hate pesendkirin. Beriya niha jî biryara damezrandina Partiya Piştgiriyê hatibû pesendkirin.
Ji aliyekî din ve li gorî çavkaniyên kordînasyonên şoreşa Sûriyeyê hêzên dewletê di vê dema dawî de giraniya xwe daye ser navçeya Zebedanê ya Şamê û destwerdana wê bi çekên giran dike.
Di encama destwerdana xwepêşandanan li bajarên cuda ên Sûriyeyê roja yekşemê jî 32 kuştî li pey xwe hiştin. Di vê navberê de jî girtiyên ku efûya wan derket di bin çavdêriya çavdêrên ereb de tên serbestberdan.

Her wiha heyeta çavdêrên ereb jî pêwîra xwe berdewam dike û roja 22 vê mehê dê biryara derbarê heyetê de  zelal bibe. Di 22’ê mehê de dê wezîrên welatên ereb li hev bicivin da ku rapora heyeta çavdêran binirxînin û li wê gorê biryara derbarê mana çavdêran a li Sûriyeyê de jî bidin. Ji xwe pêwîra vê heyetê jî di 19 mehê de bidawî dibe û li wê gorê dê rapora dawî ya vê heyetê bê aşkarekirin û bê zanîn ka çiqasî hikûmeta Sûriyeyê li gorî soz û peymanên xwe yên bi welatên ereb re tevgeriyaye.

ŞAM