Li gorî îdîayên rayedarên emerîkî, El Kaîde bi minasebeta 10’emîn salvegera êrîşên 11’ê Îlonê wê êrîşek pêkbîne. Li gorî Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Bîden li gel tu nîşaneyên berbiçav tunene jî îhtîmala êrîşeke bi wesayîtek bombebarkirî heye. Yekîneyên ewlehiyên yên Amerîkayê diyar kirin ku ji ber vê ew niha dû 3 kesan digerin.
Îdîayên “Êrîşên nû” yên rayedarên emrîkî ne nûye. Lelwre her sal di dema nêzîkbûna salvegera 11’ê Îlonê de ev guman tên bilêvkirin. Wekî tişta cuda jî weheye piştî Serokê El Qaîdeyê Usame Bîn Ladîn di 2’êy gulanê de li Pakîstanê ji aliyê leşkerên Amerîkayê ve hat kuştin, Serokê El Kaîdeyê yê Eymen El Zevahîrî êrîşek tolhildanê pêk bîne.
Li Washîngton, New York û Pennsylvanîa yê ku gelek tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatine girtin wê ji bo 3 hezar kesên di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane merasîmên bîranînê bên lidarxistin. Li gorî vê yekê li New Yorkê dê li cihê Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ku bûbû armanca êrîşan navê kesên di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dane yek bi yek bên xwendin. Di merasîma ku Serokê Amerîkayê Barac Obama jî wê beşdar bibe de dê bîrdariya ji bo qurbaniyên êrîşê hatiye çêkirin bê vekirin.
WASHÎNGTON