Li gorî daneyên ÎHD'ê, tenê di dema AKP'ê de di navbera 8'ên 2002 û 2010'an de 46 kesan di binçavan de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyan di sala 2002'yan de 5 kesan di binçavan de jiyana xwe ji dest da, di sala 2003'yan de ev hejmar ket 2 kesan. Lê windahiyên di binçavan de pêktên di sala 2008'an herî zêde bûn û ev hejmar derket 8 kesan. Di salên 2009-2010'an de jî 12 kesan di binçavan de jiyana xwe ji dest dan.

Dewletê ji hemûyan re got 'întîxar kirin'
Têkildarî hemû bûyerên mirinan de bi gotina "întîxar kirin" xwestin vê yekê veşêrin û an jî herî dawî wekî Ramazan Alaca yê binçavkirina wî înkar kirin û pişt re jî mirî hate dîtin dikin. Bûyerên di binçavan de windabûn ên di dema hikûmeta AKP'ê de yên herî li ber çava bûyerên Engîn Ceber, Festus Okey, Halîl Kiliç û Resul Îlçîn in.

Berpirsiyaran tu ceza negirtin
Engîn Çeber di dema ku di 28'ê îlonê û 7'ê cotmeha 2008'an de kovar difirotin hate binçavkirin û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Ev yekê hate îspatkirin. Têkildarî vê yekê de der heqê 39 gardiyan, 3 midûrên girtîgehê, 13 Polîs, 4 leşker û doktorekî de doz hate vekirin. Gardiyanên bi navê Yavuz Uzun û Murat Çîse bi hînceta "Îşkence kirin, bi zanebûn mirov bîrîndar kirin, peywira xwe binpêkirin û sûc ranegihandin" 7.5, polîsên bi navêê Abdulmuttalip Bozyel û Mehmet Pek 7.5, poîs Aliye Uçak 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê girtin. Doktora girgtîgehê Yemlîha Soylemez jî ji ber belgeyên sexte tanzîm kir 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê girt. Lê pişt re ve ceza hatin xirakirin û tu kesî ceza negirtin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê welatiyê bi navê Resul Îlçîn di sala 2007'an de hate binçavkirin û jiyana xwe ji dest da. Bûyer "ji ber ku ket jiyana xwe ji dest da" derbasî qeydan bû. Serkan Çelîk jî ji li Midûriyeta Polîsan a Bursayê ve hate binçavkirin û jiyana xwe ji dest da. Polîsan îdîa kir ku Çedîk "di çatiyê de ket û mir" Turîstê Polonyali Darîusz Wîtek ji ber ku tevlî şerekî bû hate binçavkirin û pişt re ji aliyê dozgeriyê ve serbest hate berdan. Şuna Wîtek dersînor bikin careke din hate binçavkirin. Wîtek di binçavan de hate kuştin û gotin xwe darvekir. Festus Okey jî di binçavan de bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da ji ber agahiyên nasnameya polîs peyda nekirin tu polîsan ceza negirt. Di hemû bûyeran de negihiştin qeydên qemereyan.

DÎHA/ENQERE