
Sedema binçavkirina Nîzamettîn û Yasemîn Yilmaz nehate zanîn û li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên girtin. Derket holê ku Yasemîn Yilmaz a ducaniya 2 mehî ye li midûriyeta polîsan zarok ji ber çû ye. Yilmaz a ku li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tê girtin di 6'ê adarê de di bin çavan de zarok ji ber çû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Sedema zarok ji ber çû nehate zanîn û piştî demekê Yilmaz careke din birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Yilmaz a dayîka 3 zarokan hêj di binçavan de tê girtin û derbarê rewşa wê ya tenduristiyê de tu agahiyên zelal nayên bidestxistin û li bendêne ku di nava rojê de wan derbixin dozgeriyê.
DÎHA/MÊRDÎN
Rastî zext û tehdîdan tên
Belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yê Dîlokê Ganî Guzel (41), îdîa kir ku ew rastî gefên polîsan tê.
Guzel, diyar kir ku kurê wî yê 16 salî Mazlum berê belavkariya rojnameyan dikir lê piştî polîsan kurê wî darp kir wî dest bi belavkariyê kir. Guzel, anî ziman ku piştî polîsan kurê wî darp kir ji wan ditirsê û ji kurê xwe re got, "Heke tu belavkariyê nekî ezê bikim. Ev rojname ya me ye şeref û rûmeta me ye." Guzel, destnîşan kir bi lez û bez ew li wesayîta polîsan siwar kirin û ligel hemû îtîrazan ew rastî wan pêkanîna hat û tiştên jiyîn wisa vegotin: "Piştî yekîneya wan polîsan 4 wesayîtê din ên polîsan ên 2 fermî û 2 jî sivîl hatin. Ji min re gotin, 'Derbarê te de îxbar heye emê te bibin midûriyata polîsan.' Abone ji ber ku dûr in ez bi wesayîtê rojnameyan dibin û belav dikim. Piştî ez li wesayîta polîsan siwar kirim xwestin wesayîta min jî bibin. Ji ber ku wesayît nedan xebitandin ez ji bagaja wesayîta polîsan derxistim û gotin wesayîtê bide xebitandin. Min wesayît da xebitandin. Min ji wan re got ez dixwazim bi wesayîta xwe bêm. Hinek polîs li wesayîta min siwar bûn û em wisa çûn midûriyeta polîsan. Ez birim odeya lêpirsînê û ji min re gotin, 'Tu çima vî karî dikî' Min ji ji wan re got, rojname zagonî ne û tu qedexeya wan tuneye. Wan jî ji min re gotin, 'Em vê rojnameyê nasnakin tu vî karî nekî dê baş be heke tu dê pêş de zirarê bibînî' Piştî re gotin, 'Derbarê wesayîta te de îxbar heye em dê usta gazî bikin bila berê xwe bide wesayîta te' Nava wesayîtê komple jê kirin. Berê xwe dan her aliyê wesayîtê lê tu tişt peyda nekirin. Ji xwe jî tiştek peyda nedikirin. Ji bo ev rojname neyên Dîlokê hemû derfetên xwe bikartînin. Lê bedelê wê çi be bila bibe ez dê vî karî berdewam bikim. Min bigirin û bikujin pişt min dest ji vî karî berda dê zarokên min dewr bigirin û bidomîn in."
DÎHA/DÎLOK