AKP’ê di meha Adarê de di operasyonên binçavkirinê yê li dijî Kurdan de rekor şikand. Hat diyarkirin ku di nava mehekê de 1366 kes hatine binçavkirin û bi sedan kes jî hatine girtin.
Tirkiye ku di warê girtin û binçavkirinên siyasî de rekora cîhanê şikandiye û dest ji vê rekorê bernade. Ji bo rojnamevan, sendîkavan, parêzer, rewşembîr, xwendekar, hilbijartî, zarok, jin û parêzvanên mafê mirovan, girtîgeha herî mezin a li ser rûyê cîhanê ye. Bi taybet jî di salên dawî de bi tundkirina polîtîkaya qirkirina siyasî, li Tirkiyeyê ti roja ku bê girtin û binçavkirin derbas bibe nîne. Di dema AKP hate ser desthilatiyê de hejmara girtiyan 60 hezar bû, îro jî ji 140 hezarî derbas kiriye.
Li tu welatên cîhanê nehatiye dîtin û bihîstin ku ev qas mirov ji ber sedemên siyasî bêne girtin û binçavkirin. Lê hêzên Rojavayî li hemberî pêkanînên rejîma Erdogan ên di bin navê “têkoşîna li dijî terorê” bê deng e.
Li gorî nûçeyên di ANF û DÎHA’yê de cih girtin, di meha Adarê de 1366 kes hatin binçavkirin. Piraniya kesên hatine girtin û binçavkirin Kurd in. Di nava wan de gelek xwendekar, karker û sendîkavan jî hene.

Di Newrozê de qat bi qat zêde bû

Di rojên Newrozê de rêjeya binçavkirinê gehişt asta herî jor. Tenê di 18-21’ê Adarê de herî kêm 689 kes hatin binçavkirin. Di êrîşên polîsan û aloziyên ku piştî van êrîşan de rû dan, bi sedan kes birîndar bûn. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk di 20’ê Adarê de, li Êlihê di encama êrişa polîsan de birîndar bû û di heman rojê de li Mêrsînê Parlementerê BDP’ê Ertugrul Kurkçu  rastî êrîşa polîsan hat. Di 21’ê Adarê de Parlementerê BDP’ê Halîl Aksoy li Agiriyê rastî êrişa polîsan hat.
Di 18’ê adarê de jî, rêveberê BDP’ya Stenbolê Haci Zengîn ji aliyê polîsan ve hate kuştin, Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî di heman rojê de li rastî êrişa polîsan hat.

Di 3 mehan de 3 hezar û 216 binçavkirin

Li gorî rapora Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a di 13’ê Adarê de hate aşkerekirin, di meha Sibatê de 963 kes hatin binçavkirin, ji vana 178 kes hatin girtin. Li gorî ANF û DÎHA’yê di meha Çilê de jî 887 kes hatin binçavkirin.
Bi vî awayî, ji destpêka salê ve herî kêm 3 hezar û 216 kes hatin binçavkirin, bi sedan kes hatin girtin. Li gorî vê bîlançoyê, rojane qasî 35 kes ji ber sedemên siyasî têne binçavkirin.
Li gorî bîlançoya mehane, binçavkirin herî zêde piştî pîrozbahiyên Newrozê pêk hatin.

Bîlançoya binçavkirinan a mehekê:

31 Adarê 12 kes, 30 Adarê 38 kes û  29 Adarê 36 kes: Di nav kesên hatine binçavkirin hêjmareke zêde xwendekar jî hene.
Binçavkirinên herî zêde yê mehê jî di 28 Adarê de pêk hat û 125 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku vê rojê hatin binçavkirin 74 jê sendîkavan in.
Di navbera 21 û 27ê Adarê û 20ê Adarê de jî tevî xwendekar, karker û jinan bi giştî 88 kes hatin binçavkirin.
Di roja Newrozê de binçavkirin gihaştin asta herî jor û di 20´ê Adarê de; Li Êlihê 42 jê zarok 148, li Cizîr 65, Îzmîr 31, Mêrsîn 30, Riha-Wêranşar 25, Xelfetî 5, Wan, Patnos, Tekman, Gever, Îdir, Kop, Bedlîs û Hatay 71 kes, di nav rojekê de bi giştî 314 kes hatin binçavkirin.
Di 19ê  Adarê de; li Manisa 25, li Êlihê 12, Wan 11, Antalya 8, Çelê 6, Colemêrg 5, Mêrsîn 5, Gever 4 Mêrdînê 3 binçavkirin bi giştî 77 kes hatin binçavkirin.
Di 18´ê  Adarê de 135 jê li Stenbolê,  bi giştî 185 kes hatin binçavkirin.
17 Adarê 50, 16 Adarê jî 81 kes bi giştî 131 binçavkirin pêk hatiye.
Di navbera 1´ê Adarê û 15´ê  Adarê de jî herî kêm 284 kes hatin binçavkirin, 120 kes hatin girtin. Di nava kesên hatin binçavkirin de 3 jê nûçegihanên DÎHA’yê 4 rojnamevan, 2 xebatkarên Azadiya Welat, endamek Meclîsa Partiyê ’ya BDP’ê, Edanek Meclîsa Jinan a BDP’ê, Serokê BDP’ya Çewlikê, Serokê BDP’ya Nîzîpê, bi dehan xwendekar, jin û zarok hene.


Bîlançoya Newrozê:  1220 girtin û binçavkirin


Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) "Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Newroza 2012'an" aşkera kir. Di raporê de hate diyarkirin ku li tevahiya Tirkiyeyê li 43 bernameyan mudaxele hate kirin, 178 kes birîndar bûn, hezar û 14 kes hatin binçavkirin, 206 kes hatin girtin û yek jê polîs 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
ÎHD'ê, "Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Newroza 2012'an" li Navenda Giştî bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Alîkara Serokê Giştî yê ÎHD'ê Sevîm Salîhoglu tevlî civînê bûn. Turdogan, diyar kir ku li Tirkiyeyê zagonên xwe yên dijî demokrasiyê jî bikar nayinin û wiha got: "Tirkiye dewleta zagonê nîn e. Aliyê welat ê otorîter her diçe zêde dibe." Turdogan, anî ziman ku wekîlên BDP'ê wekî dijber tên dîtin û wiha axivî: "Mafê destnedayînê pêknayenin. Cihê wekîl lê gaz û ava şid avêtinê. Her tim behsa vîna gel dikin. Gelo ev wekîl vîna gel temsîl nakin? Di demokrasiyê de dubendî tuneye. Divê dewlet dest ji dijberiyê berde."

'Wekî dijminan nêzî kurdan dibin'
Turkdogan, da zanîn ku êrîş û zextên di pîrozbahiyên Newrozê pêk hatin weke xetereyekê bi nav kir û destnîşankir ku weke dijminan nêzî kurdan dibin. Turkdogan weha got:  "Wekî dijminan li dijî kurdan tevgeriyan. Ev yek gelek wehîm e. Her wiha ev yek ji navendekê pêk hatin û ev hîn xerabtir e." Turkdogan anî ziman ku dema her tişt tê qedexekirin gel jî wê nerazîbûnê nîşan bide û diyar kir ku eger Newroz nehatiba qedexekirin bûyer dernediketin. Turkdogan, anî ziman ku ku berpirsiyarên Newrozê yên hiqûqî û siyasî hene û weha got: "Welatek wisa nayê rêvebirin. Tu kesî îstîfa nekir. Lê êdî wisa nabe. Divê ji Newrozê dest pê bikin. Ji ber ku Newroz cejna neteweyî ye." Turkdogan, da zanîn ku li hin bajaran çavdêrên ÎHD'ê jî rastî gefan hatin.

Êrîşî Ahmet Turk kirin
Di raporê de hate diyarkirin ku polîsan bi bombeyên gazê êrîşî otobusa Ahmet Turk û gelek Wekîlên BDP'ê kirin û polîsan li Ahmet Turk xistin.
Derbarê girtin, binçavkirin û zextan de hin daneyên ku di raporê de hatin dayîn weha ne: Li Êlihê 42 kes birîndar bûn, 160 kes hatin binçavkirin û 22 kes jî hatin girtin, lê Amedê 18 kes hatin binçavkirin û jê 7 kes hatin girtin. Li Stenbolê 179 kes hatin binçavkirin, 23 kes hatin girtin û Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Arnavutkoyê Haci Zengîn jî jiyana xwe ji dest da.

Li 43 deran êrîş pêk hat

Di raporê de hate destnîşankirin ku li tevahiya Tirkiyeyê li 43 deran li dijî pîrozbahiyên Newrozê êrîş pêk hat û di van êrîşan de 178 kes birîndar bûn, hezar û 14 kes hatin binçavkirin, 206 kes hatin girtin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

DÎHA/ENQERE