Li aliyekî li girtîgehan çalakî berdewam dike, li aliyê din jî boykota dibistanan berdewam dike. Yek ji van girtiyan jî Mehmet Çagirici yê ku di 15'ê Cotmehê de dest bi çalakiya gireva birçûnê ya bêdem û dorveger kiriye ye. Li aliyeki Mehmet Çagirici li girtîgehê dest bi çalakiykê kiriye, li aliyêdin zarokên wî li malê dibistanê boykot dikin. Zarokên Çagirici, Ronahî, Zîlan, Dîlan û Welat hem ji bo piştgiriyê bidin bavê xwe û hem jî daxwazên xwe yên zimanê zikmakî şermezar bikin dest bi boykotkirina dibistanê kirine. 4 xwişk û birayên hev diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê wê boykota xwe berdewam bikin.

Ronahî: Ez dixwazim zimanê dayikê

Keça girtî Mehmet Çagirici ya 12 salî Ronahi Çagirici, diyar kir ku li gel Kurdin jî her roj li dibistanan "Sonda me" tê xwendin û gotina "Ne mutlu Turkum diyene" didin gotin. Ronahî destnîşan kir ku heta mafê wan ê zimanê zikmakî bê dayîn dê çalakiya boybotê berdewam bike û wiha got: "Ez dixwazim tenê bi zimanê dayikê perwerde bibim. Ez dixwazim hemû zarokên Kurd neçin dibistanên Tirkî. Bila her kes bi zimanê xwe perwerde bibe. Piştî ku min dest bi boykotê kir ez diçim li Navçenda Çanda Firat û Dicleyê perwerde dibim. Ez li vir bi zimanê zikmakî xwe pêş dixim. 


Zîlan: Dewlet me asimile dike

Zîlan a 14 salî jî diyar kir ku bavê wê ji bo zimanê zikmakî hate girtin û niha li girtîgehê ye û wiha got: "Ez bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazim. Bavê min j bo zimanê zikmakî û tecrîdê dest bi çalakiyê kir. Dewlet li dibistanan me asîmîle dike. Ji ber vê yekê dibistanê boykot dikim.

Dîlan: Min zimanê dayikê terk kir

Dîlan a 17 salî ku diçe pola 2'an a lîseyê jî diyar kir ku piştî çû dibistanê û fêrî zimanê Tirkî bû êdi bi zimanê dayike ne axivî û niha zimanê xwe ji bîr dike. Dîlan, destnîşan kir ku li dibistanê ji aliyê dewletê ve tên asimilekirin û wiha got:"Ez û xwişk û birayên xwe ji bo li dibistanê asîmîle nebin dibistanê boykot dikin. Em naxwazin zimanê xwe ji bîr bikin. Em dixwazin bi zimanê zikmakî perwerde bibin. Bav û mamê min ji bo zimanê zikmakî hatin girtin. Em bang li her kesî dikin ku tev li boykotê bibin.

Bîrgul: Em asîmîlasyonê naxwazin

Xwişka 4 zarokan Bîrgul Çagirici jî da zanîn ku dibistan zarokan asîmîle dike û wan ji ziman û çanda wan dûr dixe. Bîrgul Çagirici, anî ziman ku lazim e her Kurd tev li pêvajoya boykotê bibin û li hemberî polîtikayên asîmîlasyonê hestiyar tev bigiren. Çagirici, destnişan kir ku bavê wê û girtiyên din ji bo mafê demokratîk û tecrîdê ketine girevê û heta daxwazên girtiyan pêk neyên dê çalakiya boykotê berdewam bikinû wiha got: "Bave me li girtîgehê di girevê de ye. Li vir jî xwişk û birayên min dibistanê boykot dikin. Girtiyan ji bo zimanê zikmakî dest bi çalakiyê kirin. Divê em jî piştgiriyê bidin çalakiya wan û dibistanê boykot bikin. Heta hemû daxwazên girtiyan neyê bersivandin em dê çaakiya xwe berdewam bikin. 

 DÎHA/AMED