Çend roj berê em li Douarnenezê bûn. Douarnenez, li welatê Fransa, li herêma Brotaniyayê ye. Bi wesîleya Mihrîcana Navnetewî ya Douarnenezê ez jî têgihîştim ku herêma Brotaniyayê, wekî Kurdistanê xwedî taybetmendiyek e. Û ji bo Kurdistaniyan jî herêmek taybet e. Çi ku qasî ku ez ji Brotaniyan û ji endamê mihrîcanê yên Kurd ên polîtîk fêr bûm, li Kurdistan her çi bûyereke polîtîk biqewime, çi fişareke dewletê an jî êrişeke leşkerî li ser gel çêbe, di heman demê de raya giştî ya Brotaniyayê hêstyar in û radibin ser piyan. Li Parlamena Ewropayê jî qasî ku hêz û derfetên herêma Brotaniyayê heye, derfetên parlemaniyê jî ji bo tekoşîna azadiyê ya Kurdistaniyan didin şixulandin.

Di vî mihrîcanê de gelek derhêner û hunermendên cûda cûda yên Kurdistanî hebûn. Gelek fîlmên cûrbecûr hatin nîşandan, lê gava tu li çavên temaşegerên Brotanî yên pîr û kal binêrî, tu yê sedî sed bikaribî ev gotinan bixwînî: “Evana tev şagirtên Yılmaz Güney in. Her çiqasî gelek berhemên balkêş û çîrokên têgihîştî biafirînin jî, hê tu fîlmeke derhênerekî nûjen nikare bigihîje asta Yılmaz Güney”. 

Birastî jî wisa ye. Yên pîr û kal temam jî mamoste Yılmaz Güney nas dikin. Ger li ser berhemên wî, nêrîn û têgihîştina wî ya sînemayê nîqaşek vebe, ji me xurtir xwedî agahî û xwedî fikren kûr in li ser Yılmaz Güney. Ez li wê dere, ji çavên pîr û kalên Birotanî careke din pê hesiyam ku, ger yek Kurdistanî (wekî Yılmaz Güney) xwedî nêrînên şoreşgerî be û bi hêsteke paqij û şoreşgerane berhemên xwe saz bike, dê sedî sed ew mohra xwe dide li ser hunerê hemû dunyayê. Ji wê wêdetir ne ev qasî jî; divê hunermend, wekî Yılmaz Güney serdema xwe jî baş bixwîne. Naveroka serdemê ya civakî, polîtîk û exlaqî baş bişêwirîne û şîrove bike. Taybetmendiya Yılmaz Güney jî ev bixwe bû. Kêmasiya me ya herî li ber çav jî ev e li gorî min. 

Çi ku ji bo Yılmaz Guney sînema ne tenê sînema bû û wekî nakokî bixuyê jî, sînema ne kareke jêneveger bû. Mesele ya herî bingehîn û esas ew e ku, ji bo pêşveçûyîna civak tu gaveke baş biavêjî. Di serdema te de ew gav pê çi amûrê baş were avêtin pêywira te jî ew e ku tu ev gav a herî rasteqîn, di dema herî rast de biavêjî. Tekiliya mamoste Yılmaz pê sînemayê tekiliyeke bi vî rengî bû, lewma serkeftî bû... Serkeftina Yılmaz Güney li ser vê esasê bilind dibû. Ku mamoste, ji xêncî sînemayê pê wêje, polîtîka û pê karên din yên civakî re jî mijûl bû. 

Îro jî rewş heman rewş e. Mesele, di rê û rêbaziya tevgerîneke exlaqî û polîtîk de meşîn bixwe ye. Gava min biryara çend hevalên me yên hunermend yên li Amedê di çalakiya greva birçîtiyê de dît, birastî dile min him êşiya him jî bi coşî pitpitîya. Wekî ku her yek Yılmaz Güneyek e, û ez liv û tevgerên Yılmaz Güneyê temaşe dikim... Çi ku ger mamoste Yılmaz Güney îro ligel me bûba, dê ew jî ji bo çareseriyê, ji bo aşitiyê, ji bo pêdiviya jiyaneke azad ya Kurdistaniyan her tim biçalak tevbigeriya, ger di greva birçîbunê de, ger li setên sînemayê, ger li ser nivîsa senaryoyeke şoreşgeran... Çi ferq nîn e. Silav ji Yılmaz Günêy ên îroyîn re...