Di van nûçeyan de ya derdikeve pêş ku berevajî operasyonên ji bo rizgarkirina Mûsilê yên artêşa Iraqê, li vir pirr guman nayên îfade dikirin û serketina operasyonê weke misoger tê qebûlkirin; lewma YPG’ê û pê re jî QSD’ê xwe di şerê li dijî DAIŞ’ê de îsbat kirine. Saziya çapemeniyê ya Brîtanî BBC’yê bi sernûçeya “Kurdan operasyona bakurê Reqaya di dest DAIŞ’ê de da destpêkirin” cihekî fireh di weşanê xwe de ji operasyonê re veqetand. Çapemeniya Emerîkî jî elaqeyeke mezin nîşan da û ji van CBS’ê bûyer weke nûçeya manşetê dît û belav kir hem li ser tora înternetê û hem jî li ser ekranên xwe.
Şêwaza behskirina QSD
Tevî ku BBC behsa Kurdan dike jî di sernûçeya xwe de di kitekiteyên nûçeyê de behsa hevgirtina QSD’ê dike ku tê de şervanên Ereb jî cihekî girîng digirin. BBC dibêjê li gorî texmînan heta niha QSD’ê qederê 30 hezar şervanî dane hev. Nûçe bi îhtîmam îşaret pê dike ku QSD’ê hîna behsa rizgarkirina bajarê Reqayê nekiriye, lê belê YPG weke stûna navmala QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de hêza li cihê herî xurt e ku li bejahi karîbû DAIŞ’ê paş ve bide. Bi giştî di nava salekê de wê 26 hezar kîlometroyên çarçik erd ji DAIŞ’ê rizgar kirin.
Rizgarkirina xelkê di bin zilma DAIŞ’ê de
Di nûçeyê de ji hesabê twitterê yê fermandara QSD’ê ya operasyonê birêve dibe, Rojda Felat jî ev agahî tên wergirtin: Armanca operasyona nû rizgarkirina bakurê Reqayê û xelkê di bin zilma DAIŞ’ê de ye.
Ji heman hesabî agahiyên “Ji bo misogerkirina ewlekariya welatiyan li dijî êrişên terorîst ên li Şedadê, Girê Spî û Kobanê operasyon tê birêvebirin” jî tên girtin.
DAIŞ’ê heta niha kêm li ber xwe daye
Li aliyê din nûçegihanê BBC’yê yê Rojhilata Navîn Quentin Sommerville jî dibêje li hemberî operasyonê terorîstên DAIŞ’ê cih ji xwe re dikolin, û tevneke berfireh a tunelan jî j ibo parastina Reqayê niha bi rê ve diçe. Nûçe wekî din bi bîr dixe ku yek ji berdevkên koalîsyona şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Bexdayê Steve Warren gotiye, armanca operasyonê ew e zextê bike li DAIŞ’a li Reqayê û heta niha jî DAIŞ’ê kêm li ber xwe daye.
Rûsya ji bo kordînasyona bi QSD’ê re amade ye
Li aliyê din daxuyaniyên wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov nehatine jibîrkirin ku amadebûna kordînasyona bi hêzên QSD û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re îfade dike.
Li gorî agahiyên mayî yên nûçe parve dike, DYE dixwaze beriya operasyona rizgarkirina Reqayê destpê bike, hejmara şervanên Ereb ên di nava QSD’ê de zêde bike ku halê hazir qederê 5, 6 hezaran e.
Herçî CBS ye, wê nûçeya xwe spartiya fermandarekî YPG’ê ku sînordariya operasyonê weke gava pêşî ya rizgarkirina Reqayê bi nav dike. Ew dibêje, operasyoneke rizgarkirina Reqayê, bêyî ku gundewarên wê yên li bakur ji çeteyên DAIŞ’ê were paqijkirin, nabe.
Li gorî rayedarekî navê wî nehatî eşkerekirin ê Emerîkî jî, ji bo operasyoneke berfirehtir a rizgarkirina bajêr hîna zû ye û ev ne karê QSD’ê bi tenê ye. Bi her halî di nûçeyê de hebûna hêzên Emerîkî di nava operasyonê de derdikeve pêş ku hejmara wan jî ji aliyê CBS’ê ve weke qederê 200’î tê texmînkirin. Ji bo operasyona rizgarkirina navenda bajêr jî CBS dibêje, heta ku ji xelkên derdorê hejmareke mezintir a şervanan tevlî hêzên QSD’ê û yên operasyonê nebin, ev yek dûr xuya dike. Li gorî rayedarekî ji artêşa Emerîkî yê ji perwerdekirina hêzên Ereb ên di nav QSD’ê de berpirsiyar gotî, divê hejmara şervanên Ereb bigihîje qederê 10 hezaran.