Cejna Remezanê îsal dîsa di bin siya şer û kuştinan de hat pêşwazîkirin. Ji ber vê yekê pîrozbahiyên cejnê pêk nehatin. Di serdanan de jî daxwaza hevbeş aştiyeke mayînde, çareserkirina pirsgirêka Kurd ü bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan bû. Li Edene, Mûş, Stenbol, Sêrt, Êlih, Mêrdîn û gelek bajar û navceyên din bi minasebeta Cejna Remezanê nûnerên saziyên sivîl ên civakî çûn serdana rêxistinên BDP'ê. Hin kom jî çûn serdana Rojnameya Gundem û DÎHAyê. Di serdanan de operasyonên leşkerî û helwesta hikûmeta AKP'ê ya li dijî kurdan hate şerezarkirin.

SÊRT: Li Sêrtê jî bi heman armancê bi hezaran kesan çûn serdana sazî û rêxistina BDP, Şaredarî, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, TUHAD-DER, NÇM û ÎHD. Di serdana BDP'ê de Hevserokê BDP'a Sêrtê Seracettin Kayran, anî ziman ku ewê li dijî zilm û zordariya li ser gelê kurd tê meşandin têkoşîna xwe berdewam bikin û serî netewînin.
NISÊBÎN:  Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê jî Şaxên girêdayî KESK'ê der barê bûyerên dawî de li deriyê sînor ê Nisêbînê daxuyanî da û piştgirî da kurdên li rojavayê Kurdistanê. Di daxuyaniyê de nûnerên Genel-Îş, Rêxistina BDP'ê, Wekîlê Şaredar Selim Akinci û Alîgira Şaredara Nisêbînê Saliha Cabadak amade bûn. Girseyê ji nûnertiya KESK'ê heta deriyê Sînor ê Nisêbînê meşiya. Di meşê de pankarta 'Em statu û yekîtiya kurdên Sûriyê slav dikin" vekir û dirûşmeyên ''Bijî azadiya gelan", "Ji şer re na, aştî hema niha" berz kirin. Li ser navê girsê Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Kasım Birtek, daxuyanî da û xwest şer bi dawî bibe û kurdên Rojava slav kir.
ÊLIH: Li Êlihê jî bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî çûn serdana bi dehan malbatên gerîlla û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. BDP'ê piştî serdanê li Baxçeyê Şaredariyê serdanên cejnê qebûl kir. Bi hezaran kes kom bi kom çûn serdanê. Li vir endama Desteya Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat û rêveberên BDPê amade bûn.
WÊRANŞAR: Li navçeya Wêranşarê jî bi sedan kes çûn serdana Rêxistina BDP'ê ya Wêranşarê. Rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê jî amade bûn. Komê paşê çû serdana Navenda Çanda Med a Şaredariya Wêranşarê.
EDENE: Li Edeneyê nûnerên MEYADER, Radyo Dunya, Firat Dagitim, ÎHD, KESK, partiyên siyasî yên çepgir, TUHAD-DER, KURDİ-DER û NÇM'ê bi minasebeta cejnê çûn serdana BDP'ê. Ji êveberên BDP'ê û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edeneyê Ugur Bayrak piştî pêşwazikirinê axaftinek kir û xwest operasyonên leşkerî bi dawî bibin û wiha got: "Em êdî naxwazin cenezeyan pêşwazî bikin. Em dixwazin li ser axa Kurdistan û Tirkiyeyê aştî geş bibe.''
Komek ji Meclîsa Taxa Karasu jî çû serdana buroya rojnameya Gundem û DÎHA'yê.
MÛŞ: Li Mûşê jî tevî heyetek ji rêveberên BDPê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl bi sedan kes çûn serdana goristanan. Komê li taxa Mengogê çû serdana gorên 35 gerîllayên HPG’ê. Girsê li Goristana Kaşoyê li ser gorên HPG'îyan rêz girtin. Pişt re li ser navê girsê Endamê Lijneya Koordînasyona KCD'ê Demir Çelik, anî ziman ku gelê kurd bi bedelên giran têkoşîna azadiyê gihandiye vê astê û wiha got: "Em soz didin wan ku emê li doza wan û rêya wa xwedî derkevin û emê tekoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin."
STENBOL: Li Stenbolê jî Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û gelek  rêveberên BDPê yên jin çûn serdana Rojnameya Ozgur Gundemê. Di ziyaretê de Asiye Kolçak, li ser hevdîtina BDP'ê û HGP'îyan jî axivî û anî ziman ku hem di wateya siyasî û hem jî di wateya civakî de siyaset bi vîna xwe re hate cem hev. Parlementer Sebahat Tuncel jî anî ziman ku herî zêde kedkarên çapemeniya azad cejnê heq dike û wiha got: "Em hêvî dikin ku di rûniştina 10'ê Îlonê de dê hemû rojnamegerên girtî serbest bên berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN




Ji bo civakê dibin mînak

Di van rojên cejnê de ji ber êş, kuştin û şer li Kurdistanê pîrozbahiyên cejnê pêk nehatin. Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê jî ji ber vê yekê li kolanan herî zêde zarok hebûn, tenê ew şekirê cejnê kom kirin.  Zarokên ku cejn pîroz kirin paşê jî şekirê ku kom kirin bi hev re par kirin û bi vê yekê ji bo civakê û mezinan jî bûn mînak.  3 zarokên keç piştî gera xwe ya cejnê,  torbeyên xwe yên şekir vala kirin erdê û bi awayekî wekhev li hev par vekirin. Zarokan bi vê helwesta xwe ya mînak û bi ruyên ken heviyê didin pêşeroja civakê. n 
DÎHA/MÊRDÎN