
Hevserokatiya KONGRA GEL bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir û di peyamê de bang li Kurdistaniyan hat kirin da ku şehîdgehan ziyaret bike.
KONGRA GEL, bi hêviya ku cejn Qurbanê ji aştî û edaletê re bibe wesîîle li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir û got, “Cejna ku pêwîst e di nava aştî û aramiyê de were pêşwazîkirin, mixabin ji ber şerê topyekûn ê dewleta Tirk li hemberî gelê me dimeşîne, di nava mercên şer de tê pêşwazîkirin.”
Di peyamê de hat gotin; “Tayyîp Erdogan ê bi tecrîda li ser Rêber Apo, şerê topyekûn ê li hemberî gelê me û bi redkirina çareseriya pirsgirêka Kurd re dixwaze desthilatdariyeke nû ya Osmanî ava bike, ji êşên giran ên gelên me di vê cejna pîroz de dikişîne, yekser berpirsyar e. Erdogan ku bi qasî dest dirêjî goristanên şehîdên me bike heqaretê li nirxên pîroz ên gelê me dike, wê nikare ji hêrsa gelê me û nifirên dayikên şehîdan rizgar bibe. Li pêşberî têkoşîna mafdar a gelê me ku li dijî Dehaq û Nemrûdên roja îro têkoşîna mezin a mirovahiyê tê meşandin, zalim wê nikaribin xwe ji hesabdayîna zilma kirine, rizgar bikin.”
Dest dirêjiya li şehîdgehan hêrsa me zêde dike
Her wiha KONGRA GEL banga xwedî derketina li şehîdgehan kir û wiha pê de çû:” Girîng e gelê me di rojên cejnê yên pîroz de piştgiriya nava xwe xurt bike. Di serî de bajarên me yên xwerêveberî lê hatine ragihandin, pêwîst e gelê me di vê cejnê de bi taybetî şehîdgehên me ziyaret bike û xwedî li wan derkeve. Di meşa azadiyê ya zor û zehmet de, yên ku bi hêza xwe ya manewî em gihandine van rojan, ew şehîdên me ne. Gelê me wê bersiva pêwîst bide xafîlên vê rastiyê fêm nakin.
Di vê cejnê de, ji aliyekî ve ji ber berxwedana bi heybet a gelê me ku bi îlana xwerêveberiyê re bajarên xwe diparêze em coşeke mezin dijîn, li aliyê din jî ji ber êrîşên li dijî pîrozmendiyên me li dijî şehîdgehên me, em gelekî bi hêrs in.”
Ji bo têkoşînek xurt yekîtî divê
KONGRA-GEL bi lêv kir ku xurtkirina têkoşînê ji yekîtiya di nav Kurdan de derbas dibe û wiha dewam kir: “Dermanê hêrsê têkoşîn e. Rêya têkoşînê yekîtî ye. Li ser bingeha manewî ya cejna qurbanê afirandiye, divê yekîtiya civakî û neteweyî ya gelê me were xurtkirin. Li gorî wezîfe û berpirsyariya pitika 35 rojî, dayika 75 salî û ciwanên me yên di temenê zarokatiyê de hatin qetilkirin dane ser milê me, divê em vîna xwe ya siyasî li ser bingeha berfirehkirina xwerêveberiyan xurt bikin û bi vî rengî bersivê bidin pêvajoyê.”
Em di berbanga azadiyê de ne
Di dawiya daxuyaniyê de Hevsrekotiya KONGRA-GEL diyar kir ku ew wekî gel di berbanga azadiyê de ne û wiha dawî li daxuyniyê anî: “Gelê me ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Pêvajoya em tê de ne, pêvajoyeke awarte ye. Şert û merc afirîne ku em dawî li zilma dewleta Tirk a li Rêberê me û gelê me dike, bînin. Em di pêvajoyeke welê de ye ku bi pêngaveke şoreşgerî dikarin serketinê bi dest bixin. Ji ber van hemûyan, girîng e gelê me li gorî karaktera dema em tê de ne, bi xurtî beşdarî pêvajoyê bibe.
Em careke din Cejna Qurbanê li gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pîroz dikin û hêvîdar in ku ev cejn bibe wesîleya aştiya neteweyî û civakî.”
NAVENDA NÛÇEYAN
HDK: Bila cejn wekî cejnê xweş be
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi boneya Cejna Qurbanê peyama cejnê weşand. HDK’ê xwest aştî, biratî û wekhevî serdest be û cejn wekî cejnê derbas bibin.
HDK’ê di peyama xwe de daxwaz kir ku di cejnan de her tişt di nava aştî, demokrasî, piştevanî û xweşbiniyê de derbas bibe. Her wiha HDK’ê diyar kir ku bila êdî dilê dayikên leşker, gerîlla û polîsan neşewite. HDK’ê di berdewama peyamê de bi lêv kir şer bi dawî bibe û cejn êdî wekî cejnê û di tama cejnê de derbas bibin. HDK’ê herî dawî dubare cejna gelan û Alema Îslamê pîroz kir.
DÎHA/ENQERE
Di cejnê de li goristanê bûn
Li Rojava welatiyan di cejna Qurbanê berê xwe dan goristana û cangoriyên Kurdîstanê bi rondikê çavan bi bîr anîn.
Li Kobanê nûnerên saziyên Kantonê çûn serdana goristana Şehîd Dicle û goristana Komkujiya 25’ê Hezîranê ya li navenda bajar û goristana gundê Berxbotanê.
Destpêkê gelê Kobanê çûn serdana goristana Şehîd Dicle û li wir cejna şehîdan pîroz kirin, hinekan jî gorên şehîdan av dan û hinek jî Quran dixwendin û dua kirin.
Piştre nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) û hevserokên Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantonê Eyşê Efendî û Ehmed Şêxo berê xwe dan goristanên şehîdan.
Nûnerênên Rêveberiya Xweser û yên TEV-DEM’ê cejna Qurbanê li malbatên şehîdan pîroz kirin.
Li Kantonên Efrîn û Cizîrê jî bi sedan welatî û nûnerên Rêveberiya Xweser û Fermandarên YPG/YPJ’ê serdana gorên şehîdan kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN