Komên çete ku 28’ê tîrmehê de êrîşî bajarokên Til Eran û Til Hasilê kirin û zêditî 70 welatî qetil kirin, her wiha bi sedan sivîl jî revandin, niha jî dest bi talan û diziyê kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin heman koman piştî komkujiyê, bi hezaran sewalên welatiyan, heta derî û pencereyan jî hemû tiştên di nava malan de dizî ne.  Çavkaniyan anî ziman ku komên êrîşkar, bi dora herdu bajarokan bendên xwe danîne û hewl didin ku bi darê zorê welatiyan bêçek bişînin ser bendên kontrolê yên li daketinên bajarokan. Çavkaniyan anî ziman ku ev kom bi vê yekê jî armanc dikin ku li hemberî pevçûnekê van sivîlan wekî mertal bikar bînin.  Hat ragihandin ku komên êrîşkar nahêlin tu kes ji bajarokan derkevin an jî koç bikin, yên ku dixwazin derkevin jî têne girtin û îşkence li wan tê kirin. Li gorî agahiyan di rojên destpêkê yên êrîşên van koman de ciwanekî Kurd ê bi navê Xemis Berho Xemîs ê 23 salî, dema dixwest ji Til Eranê bireve, birîndar bû û welatiyan ew birin nexweşxaneya bajaroka Til Eranê. Lê piştî komên çete ketin bajarokê û êrîşî nexweşxaneyê jî kirin, Xemîs li ber çavên gel serjê kirin. Heman kom her wiha welatiyên Kurd jî digirin û îşkence li wan dikin.

Li aliyê din welatiyên dixwazin birevin jî, di veşartî hewl didin ku ji bajarokan derkevin. Hinek welatî jî bi awayekî veşartî endamên malbatên xwe derdixînin derveyî bajaorkan,  mal û mulkê xwe jî li pey xwe dihêlin. Hat gotin malên welatiyên bi vî rengî derketine ji aliyê êrîşkaran ve bi temamî hatine talankirin. Li aliyê din derbarê welatiyên sivîl ku di rojên destpêkê yên êrîşan de ji aliyê komên çete ve hatin revandin û di nava wan de jin û zarok jî hene de, hîn tu agahiyên zelal nehatine girtin. Hat ragihandin bi sedan sivîlên hatine revandin birine navçeya Sifirê ya Helebê, lê derbarê aqubeta wan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. 

ANHA/HELEB