Li ser vê yekê Mihemed Ehmed beşdarî perwerdeyên fikrî û leşkerî derbarê parastina rewa û netewa demokratîk de yên YPG’ê bû. Derbarê mijarê de Mihemed wiha dibêje: “YPG’ê hêza rewa ya tekane ya Rojavayê Kurdistanê ye û bi xwîna şehîdên Rojava hate avakirin û damezirandin.” Niha bav û kur di heman xendekê de li eniyên şer ên devera başûrê herêma Kobanê de li dijî komên çete parastina axa welat dikin. Herduyan derbarê mijrarê de gotin ku ewê heta seranserî Rojavayê Kurdistanê ji çeteyan paqij dikin, dê berxwedana xwe bidomîn û dan zanîn ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan riya jiyaneke bi rûmet, demokrasî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de ronî dike.
Keç jî tevlî YPJ´ê bû
Di serdana dawî ya malê de piştî ku wan li gel şervanên YPG’ê Girê Şehîd Xabûr ê başûrê herêmê ji destê çeteyan rizgarkirin, bav û kur bi hev re daketin malê. Dema ku tirimpêla YPG’ê hat da ku bav û kur veguhêze, keça wî jî ya bi navê Dicle Ehmed destê wê jî ji wan nebû û beşdarî nava refên YPJ’ê bû. Dicle got ku ewê li ser riya ku şehîdan ji wan re ronî kiriye û dê li gel bav û birayê xwe parastina axa xwe bike. Dicle oxira xwe ji dayîk û xwîşk û birayên xwe xwest û soz da ku parastina hemû pêkhateyên herêmê bike û wiha got: “Soz emê we û hemû welatiyên Kobanê biparêzin, em ê bi hemû hêza xwe ber xwe bidin da ku hûn bi aramî bijîn. Emê derseke dîrokî bidin hemû çeteyan.” Malbatê ji aliyê xwe ve bang li hemû welatiyên herêmê û bi taybet ciwanan kirin ku beşdarî nava xebatên parastina axa welat bibin.
ANHA/KOBANÊ