
Cîhana zanistî li Kurdan kerr e
Tesbîta Khanna Omarkhali a di destpêka vê berhemê de di cihê xwe de ye dema ku ew dibêje, li ser van komên dînî yên li Kurdistanê pirtûkeke mirov karibe pêşniyaz bike hema hema nîne. Gotarên li ser yekê ji van koman ên ku di kovar û pirtûkên cihê de çapkirî zêde alîkar nîne. Omarkhalî di heman demê de balê dikişîne ser kêmbûna xebatên zanistî yên li ser Misilmaniyê li Kurdistanê jî. Bi herhalî Khanna Omarkhali bi vê berhemê gotarên hêja li dijî vê kêmasiyê anîne cem hev.
Awira zanistî û rexneger
Philip G. Kreyenbroek ê ku pispor e li ser dîroka ayînî li Kurdistan û Îranê agahiyên giştî li ser dîn û dîroka Yaresanan dide. Ew nexasim jî balê dikşîne ser pûtepêdana nisbî bi Êzîdîtiyê ji aliyê Birêveberiya Başûrê Kurdistanê û nisbî jî be başbûna rewşa amî ya vê civata dînî li Başurê Kurdistanê. Li hemberî vê weke berê kêmpûtedana bi Yaresanan, diyanet û civata wan kiriye ku ev civat weke berê girtî be û ayîna wê jî veşartî be. Kreyenbroek balê dikşîne paraztina gelek ayîn û rîtuelên beriya îslamê di nava vê diyanetê de, dîsa jî peywendiya bi Îslamê re nayê jibîrkirin. Gelek ocax û dîroka wan û ka ev civak xwe çawa dibîne jî di gotarê de ji wan mijaran in ku Kreyenbroek bi wan dadikeve. Di nava vê civata pirraniya metnên wê yên dînî bi kurdî de reformkerê bi navê Hec Nemetullah Jeyhûnabadî mijara gotara Mojan Membrado ye ku balê dikişîne herika bi navê Alî Elahî di nava Yaresanan de. Partow Hooshmandrad bi gotara xwe li jiyana muzîkî ya Yaresanan dikole ku li gora wî timî ji performans û derketina ser dikê pêk tê, çawa ku timî bi rîtuelên cihê jiyana xwe dixemilînin û tembûr jî cihekî sereke di vê jiyanê de digire.
Rêûresm diguherin
Kanna Omarkhali bi xwe li ser rêûresma guheztina metnên dînî û agahiyan di nava diyaneta Êzîdîtiyê de ji xwe re kiriye mijara lêkolînê. Omarkhali balê dikişîne ser koçberbûna endamên civakê (ji Bakurê Kurdistanê ber bi Almanyayê ve - salên 1980’yî -, ji Başûrê Kurdistanê ber bi Ewropayê ve - dawiya salên 1980’yî û salên 1990’î - ji Ermenîstan û Gurcistanê ber bi Rûsya û Ewropayê ve -Salên 1990’î -) û dibêje rêûresma guheztina zanîna dînî û agahiyan êdî diguhere weke bersiveke ji bipêşketinên teknîkî û her diçe bêhtir belavbûna metnên dînî yên çapbûyî. Ew rave dike ka ev metnên çapbûyî û çapemenî bi giştî bandorê dikin li sîstema guheztinê ya Êzîdiyan. Li gorî wê Êzîdayetî niha ji qonaxa devkîbûnê derbasî rêûresmê dibe ku bi nivîsê û çapemeniyê tê ragihandin. Sebatian Meisel bi gotara xwe balê dikişîne ser Êzîdiyên li Rojavayê Kurdistanê. Li gora wî qutbûna cografê ya Êzîdiyên li Efrîn û Cizîrê kiriye ku du nasnameyên cihê yên Êzîdîtiyê peyde bibin. Di çarçoveya nîqaşên hindikayîyan ên li Sûriyê de ew bi vê mijarê daketiye. Serjimara Êzîdiyan di serdema Sovyetan de jî mijara gotara Nodar Mossaki ye.
Di navbera dîn û nasnameyê de Elewî
Li ser Elewîtiyê Markus Dressler mijara nasnameya Elewîtiya Kurd di çarçoveya damezrandina Komara Tirkiyeyê, fikra neteweperestiya Tirk û siyaseta komarê ya beramber "hindikayiyan" de bijartiye. Di vê gotarê de mixabin nivîskar gelek caran yan kêm yan jî neqandî rahiştiye nîqaşên li ser mijara dîn û ev jî cihê heyfê ye. Lokman Turgut bi xwe berhemeke Pîr Alî Balî kiriye mijara gotara xwe. Ew di destpêkê de rexneyê li helwêstên înkaker ên Irene Melikoff digire û paşê bi mînakên metnên dînî yên Balî behsa wan dike analîzeke kurt a van metnan jî dike. Janroj Keleş bi xwe di gotara xwe de bi pirsa hişyarbûn û jinûveavakirina nasnameya Elewî-Kurdî dadikeve. Li gorî wî heta salên 1970’yî pirraniya Elewiyên Kurd li gundewariyê bûn û bi dizî ayînên xwe dikirin. Lê niha ku pirraniya wan li bajaran e, ew hez dikin karibin nasnameya xwe ya dînî tevî ayînên xwe bi awayekî eşkere bi cih bînin.
Ji bilî van gotaran li ser sofîtiyê, Cihûtî û Xiristiyaniyê gotar di pirtûkê de cihê xwe digirin. Bi her halî hêjayî xwendinê ye. Weşanên Harrasowitz li Wiesbadenê sala 2014an weşand bi ISBN 978-3-447-10125-7
LUQMAN GULDIVÊ