Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. Li gelek bajarên Elmanya û Fransayê bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin.

BOCHÛM: Kurdistaniyên li bajarê Bochûm ê Elmanyayê dijîn, daxwaza azadiya Ocalan kirin û komkujiya li Dîlokê şermezar kirin. Çalakiya li vê derê bi pêşengiya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) li ber gara trenê hat lidarxistin û bi qasî 500 kes tevlî bûn. Çalakger ji vê derê heta ber Dadgeha Bochûmê meşiyan û dirûşmên “Kujer DAIŞ-Erdogan”, “Terorîst Tirkiye-DAIŞ” qîriyan.

HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî ji bo azadiya Ocalan kon hat vedan. Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî de bi seda belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de komkujiya li Dîlokê hat şermezarkirin û ji bo meşa roja Şemiyê ya saet 15:00 a li ber stasyona trenê ya Hannoverê, banga tevlîbûnê hat kirin.

HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi peşengya Meclîsa Jinê ya rojbîn li Mockebergstrasseyê mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên li vê mîtîngê, ji hêzên navneteweyî hat xwestin, derhal heyeteke serbixwe bişînin Îmraliyê. Di çalakiyê de li ser fikarên xwe yên têkildarî jiyana Ocalan belavok hatin belavkirin.

BREMEN: Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, TEV-ÇAND û Ciwanên Azad Bremenê bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî’ li ber parlamenta Bremenê kon vedan. Çaakî wê sê rojan dewam bike û roja Înê bi meş û mîtîngekê biqede.

MUNCHEN: Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd û Komuna Jinê ya Sara nobed hat girtin. Çalakî îro di roja çaremîn de ye. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û ji bo azadiya Ocalan îmze tên hevdan. Di çarçoveya çalakiyê de wê îro û sibe ji saet 13:00 heta 19:00 li Rîchard-Straûss Brûnnenê mîtîng bê lidarxistin.

PARÎS: Li gelek cihên paytexta Fransa Parîsê ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk de, tecrîd hat şermezarkirin. Çalakgeran hişyarî dan dewleta Tirk û gotin, “Hîn bêhtir sebra me nefûrînin.”

CREÎL: Li bajarê Creîl ê Fransayê bi pêşengiya Ciwanên Azad, çalakiyek protestoyî hat lidarxistin. Bi sedan kesên ji bo şermezarkirina tecrîdê li hev civiyan, ji lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd heta gara Vreîlê meşiyan.

EVRY: Navenda Civaka Demokratîk a bajarê Evry ê Fransayê, bi heman armancê çalakiyek lidar xist. Bi sedan Kurdistaniyên xwestin ber bi Evry Prefectûre bimeşin, ji ber astengiya polîsan li cihê lê çalakiya rûniştinê pêk anîn û rê li trafîkê girtin. Çalakgeran belavok li mirovan belav kirin û bi qîrîna dirûşmeyan qalakiya xwe qedandin.

RENNES: Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, li balafirgeha Saînt Jaqûes de la Landa ya bajarê Rennes ê Fransayê, çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Bi qasî 50 kes saet di 18:00 de li balafirgehê li hev civiyan, dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Terorîst DAIŞ, hevkar Erdogan” qîriyan û belavok belav kirin.

VÎLLÎERS LE BELLE: Li bajarê Vîllîers Le Belle yê Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk ji bo Ocalan çalakiya dagirkirinê lidar xist. Bi sedan Kurdistaniyên li navendê li hev civiyan heta gara trenê meşiyan û belavok belav kirin. Kurdistaniyên gar dagir kirin dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Kujer Erdogan” qîriyan û dawî li çalakiya xwe anîn.

DRANCY: Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Şaredariya bajêr mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de wêneyên Ocalan hatin hildan.

VÎLLENEÛVE SAÎNT GEORGES: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Vîlleneûve Saînt Georgesê rê li trafîkê girt û daxwaza azadiya Ocalan kir. Kurdistaniyên rê girtin, pankarteke bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî” daliqandin.

REÎMS: Li bajarê Reîms ê Fransayê, Kurdistaniyan xwestin ji bo azadiya Ocalan bimeşin, lê polîsan bi hinceta Rewşa Awarte pêşî li wan girtin. Li ser vê yekê girseya gel li ser rê rûnişt, tecrîd şermezar kir û belavok belav kir. Çalakiyê bi qasî nîv saetê dewam kir.

BÎEL: Li ser banga Komuna Jinê ya Arîn Mîran, Kurdistanî û dostên wan li Zentral Platzê ya bajarê Bîel ê Elmanyayê çalakiya protestoyî lidar xistin. Çalakgeran belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin û ji bo çalakiya roja Çarşemê banga tevlîbûnê kirin.

LOZAN: Li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Lozanê û Dem-Kurdê, Kurdistanî li meyadan St. Françoîsê li hev civiyan û komkujiya li Dîlokê şermezar kirin. Qisekeran dan xuyakirin, ku operasyona leşkerî ya li hemberî Cerablûsê hat destpêkirin, ji aliyê esasî ve Kurdan hedef digire. 

CHUR: Komuna Jinê ya Ekîn Wan li bajarê Chûr ê Swîsreyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Di çalakiya li ber Bahnhofê de gulên bi qetên ‘Ji Ocalan re azadî’ û belavok hatin belavkirin.

BASEL: Li bajarê Basel ê Swîsreyê Meclîsa Jinê ya Ronahî çalakiya edaletê li dar xist. Di çalakiya nobedê ya li meydana Clara de belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin. Hat xwestin, komkujiya li Parîsê derhal bê ronîkirin.

STOCKHOLM: Li patexta Swêd Stockholmê, komek ji jinên endamên Meclîsa Jinên Kurd a Amara, linavenda bajêr çalakiyek lidar xistin. Di vê kombûnê de jinan wêneyên Ocalan vekirin. Piştre tevî pankartên ji bo azadiya Ocalan ji ber gara trenê ya navendî ya Stockholmê heta ber avahiya komeleyê çelek hat lidarxistin. Di axaftinên li vir de hat ragihandin, ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên wan bidomin.

ÎNNSBRUCK: Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanli bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de li dijî tecrîdê gelek pankart hatin hildan û belavok hatin belavkirin. Meclîsa Jinê ya Amara da xuyakirin, ku çalakiyên wan wê heta dawiya meha Îlonê her roja Çarşemê bidome.

MÎLANO: Tecrîda li ser Ocalan û komujiya li Dîlokê, li bajarê Mîlano yê îtalyayê hatin şermezarkirin. Girseya gel rêya herêma Konsolosxaneya Tirk lê ye, li trafîkê hat girtin û ji bo azadiya Ocalan dirûşme hatin qîrîn. 



 NAVENDA NÛÇEYAN