Bi daxwaza ronîkirina tevkujiya Parîsê ya damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên hatin qetilkirin ronî bibe Kurd dista di çalakiyê de bûn. Li Parîs, Basel, Stûttgart, Kopenhagen û Dusseldorfê çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de dosya pêşkêşî sefaretxaneyên Fransayê hate kirin û hat xwestin edalet pêk were.
PARÎS: Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, doh jî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê çalakiya edaletê hate lidarxistin. Çalakî di saet 15:00’an de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Kurdistanî û Tamîlî jî beşdar bûn. Çalakvanan ji meqamên Fransayê daxwaz kirin ku hêzên pişt qetlîamê eşkere bikin, belavok hatin belavkirin. Çalakiya Edaletê bi dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
BASEL: Jinên Kurd ên li bajarê Swîsre Baselê li hev civiyan, xwepêşandanek lidar xistin û ji dewleta Fransayê xwest, li ser rêveçûna lêpirsîna Komkujiya Parîsê daxuyaniyekê bide. Di çalakiya li meydana Clara Platz a li Baselê de, nûnerên Tevgera Jinên kurd, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd û pêkhateyên HDK’ê jî amade bûn.
STÛTTGART: Li Stûttgartê jî, ji bo şermezarkirina rewşa heyî ya doza li ser komkujiya Parîsê çalakiye hat lidarxistin. Di çalakiya li navenda bajêr de belavok hatin belavkirin û bal hat kişandin ser xemsariya dwleta Fransayê.
Çalakî bi qîrîna dirûşma “Jin Jiyan Azadî” piştî 45 deqeyan qediya.
STOCKHOLM: Kurd ên li Stockholmê dijîn, li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransa ya li Stockholmê xwestin ku qetlîam ronî bibe û kujer ji raya giştî re bên eşkerekirin. Li ser banga Tevgera jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jin beşdarî aktivîteyê bûn û li ser navê jinan heyetek çû Sefaretxaneyê, daxwazên xwe ragihandin û dosyaya têkildarî qetlîamê pêşkêşî wan kirin.
KOPENHANG: Li paytexta Danîmarka Kopenhangê bi daxwaza ronîkirina qetlîama Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin. Li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransa ya li Kopenhangê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyek hate lidarxistin. Bi sedan dowîz û pankartên bi nivîsa “Gelê Kurd êşa Fransa ji dil hîs dike û bi bîr tîne, hûn jî gelê Kurd fêm bikin”, “Li dijî hovan piştgirî bidin gelê Kurd” û “Em qetlîama Parîsê şermezar dikin, edaletê dixwazin” hatin bilindkirin. Her wiha di çalakiyê de bi sedan belavok jî hatin belavkirin.
Di çarçoveya çalakiyê de heyetek bi rayedarên Sefaretxaneyê re civiyan, dosyaya ku amade kirî ya têkildarî qetlîamê pêşkêşî wan kirin .
DUSSELDORF: Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya edaletê hate lidarxistin. Di çalakiya ji hêla YJK-Elmanya û CENÎ hate organîzekirin de Kurdistaniyên li NRW’ê amade bûn. Ji ber dewleta Fransa doz taloqî dîrokek nediyar kir, TJK-E jî bang kir. Di çalakiyê de pankarta “Yên Daraz Taloq kirin Hevkarên Sûc in” hilgirtin.
Girseya li ber Sefaretxaneya Fransa ya li qada Martîn Lûther Kîng kom bû, piştî mîtînga saetekê dest bi meşê kir. Bi rasthatina qetlîama Pirsûsê jî ku 20’ê Tîrmehê pêk hat, pankarta ku şehîdên Pirsûsê bi bîr tîne jî hate vekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN