ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) Emer Salih têkildarî rewşa ewlekarî ya Şengalê de peyivî. Serokê PADÊ Emer Salih diyar kir ku di encama hevdîtinan de ku rêveberiya Şengalê bi hikûmeta Federal a Iraqê re kir, dibe ku di demeke nêz de korîdora mirovî vebe. Salih destnîşan kir ku ew weke PADÊ hewl didin di hevdîtinên bi Iraqê re bigihîjin lihevkirineke ku asayîşa Êzîdxanê jî li Iraqê fermî bibe.
Emer Salih li ser girtina korîdora mirovî ya di navbera Şengal-Rojava de û hewldanên ji bo vekirina korîdorê got, "Hêzên Iraqê ev çend car in ku dîlên Êzîdî yên ji Rojava tên û dixwazin derbasî Şengalê bibin, li korîdorê asteng dikin. Lê piştî bûyerên vê dawiyê, me careke din danûstandinên xwe li gel Iraqê dan destpêkirin û hevdîtinên me dewam dikin. Dibe ku di demeke nêz de korîdor bi fermî were vekirin."
Emer Salih êrişa ku li ser şervanên YBŞ’ê çêbûbû jî weke “hewldana hinek aliyên siyasî yên dixwazin aramiya herêmê têk bidin” nirxand û got, “Divê gelê me guh nede hewildanên hinek aliyan ku dixwazin rewşa Şengalê aloz û nearam nîşan bidin. Nakokiyên di navbera artêşa Iraqê û YBŞ’ê de, bi danûstandinan çareser bû û herêm aram e. YBŞ û YJŞ ji bo parastina gel hatine avakirin û ti kes nikare wan têk bibe. Jixwe, bi saya YBŞ û YJŞ’ê Şengal ji DAIŞ’ê hate paqijkirin û ji dagirkeriyê hate rizgarkirin. Hinek alî dixwazin tevlîheviyê li Şengalê çêkin û bi vî awayî jî careke din îradeya gelê me bişikînin, berê wan bidin koçberiyê. Niha hevdîtinên bi Iraqê re dewam dikin û dikarim bibêjim, hevdîtin erênî ne. Artêşa Iraqê jî YBŞ’ê weke hêzeke esasî dibîne û wan jî dît ku hinek dixwazin aloziyê di navbera herdu hêzan de çêkin.“