Hilberîner û rençberên narenciyan îsal ji ber berhemên baş qezencek baş bi dest xistin. Lê li aliyê din karkerên ku di nava zevî û baxçeyên narînceyan de dixebitin qezenç nekirin. Serokê Komeleya Elçiyên Ceyhanê Abdulvahap Baysal jî anî ziman ku karker yomiya xwe 30 TL distînin û tu qezencê nakin.
Welatê Tirkiyeyê ku di aliyê hilberîn û çandiniya bax û baxçeyan de gelek pêşketiye bi qasî zevî û rezên xwe hilberînê bi dest xane. Dîsa kerkerên ku di nava zeviyan de dixebite heqê keda xwe nastînin. Li gorî daneyên TUÎK'ê Tirkiye li qada 115 hezar hektaran 32 hezark rençber karê hilberîna narenciyan dikin. Li gorî daneyê sala 2009'an ji qada narenciyan 3 milyon 513 hezar û 772 ton narenciye hatin komkirin û ji sedî 32 firotin dervê Tirkiyeyê.
Serokê Odeya Endezyarê Çandiniyê yê Edeneyê Şahîn Yeter, diyar kir ku di hilberîna sala 2011-2012'an de rençberên narenciyan qezencek baş kiriye. Yeter, anî ziman ku li Tirkiyeyê 3 milyon 500 hezar ton narenciye hate komkirin û jê ji sedî 28'ê narenciyan (milyonek ton) li Edeneyê hate komkirin. Yeter, da zanîn ku di sala 2011-2012'an de li Edeneyê 350 hezar hektarî narenciye çandî bû û wiha got: "Îsal hilberînerên narenciyan kar kir. Lê dîsa pirsgirêkên hilberîner û rençberan çareser nebû."
Yeter, da zanîn ku ji ber lêçûn û mesrefa wî jî zêde dibe rençber pirsgirêkan dijîn û wiha got: "Mesrefê îlac, gubre, av, çot û karê nava zeviyan gelek zêde ye. Ji ber vê yekê lêçûn jî zêde dibe. Ji ber ku lêçûn zêde dibe rençber qezencek baş nakin. Her çend hilberîn zêde be jî dîsa pirsirêk heye."
Serokê Komeleya Elçiyên Ceyhanê Abdulvahap Baysal jî anî ziman ku karker yomiya xwe 30 TL distînin û tu qezencê nakin. Baysal, da zanin ku herî zêde Kurd di nava zevî û baxçeyên narinceyan de dixebitin û wiha got: "Karkerên ku serê sibê dest bi kar dikin heta êvarî di nava teviyan de narinceyan kom dikin. Lê li gorî keda xwe heqê xwe nastînin. Baysal, da zanîn ku karker ji serê sibê heta êvarî ji bo 30 TL dixebitin û keda wan tê binpêkirin. Baysal, bilêv kir ku li aliyekî hilberîner qezenç dikin, lê karker keda wan tê xwarin û wiha got: "Em dixwazin karker di nava şert û mercên baş û bi ewle de bixebitin."

HAMDULLAH KESEN - DÎHA/EDENE