
Kurdolog û dîroknasê Kurd Mehmet Bayrak ku li ser mijarên wekî bawerî û ayînên cuda, dîroka modern a Kurdan, folklor û muzîka Kurdan heta niha bi dehan pirtûk nivîsandine. Kurdolog Bayrak, vê carê jî pirtûka bi navê “Kuşatmayı Yaran Kürt Kadını- Kürt Amazaon Fataraş’tan Gerilla’ya” (Jina Kurda Dorpêş Şikand - Ji Amazona Kurd Fata Reş heta bi Gerîla) bahsa rola jinên Kurd di dîrokê de dike. Pirtûka ku ji sê beşan pêk tê, ji Weşanxaneya Ozgeyê derket.
Li şopa jinên Kurd digere
Di her beşa pirtûkê jî de berhem bi dabeşî çend serenavên din dibe. Serenavê beşa yekemîn a pirtûkê “li nav Kurdan rengê jina şervan û Gerla” ye. Bayrak di bin vê navî de di dîrokê de li şopa jinên Kurd digere. Her wiha Bayrak rola jinên Kurd a dîroka Kurdan û li ser “Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd” jî û dide eşkerekirin ku çi di destpêka şaristaniyê de û çi jî di serdema modern de jinên Kurd di nava civaka Kurd bûne xwedî erk.
Rola Fata Reş
Di serenavê din ê beşa yekem de Mehmet Bayrak li ser şere jina Kurd Fata Reş rawestiyaye û serenavê beşê jî wiha daniye: “Di şerê Kirimê de Amazona Kurd Fata Reş” di bin vî serenavî de jî Mehmet Bayrak cih dide rola Fata Reş a di şerê Osmanî û Rûsan ê sedsala 19’an. Mehmet Bayrak li gel danûstendinên li Fata Reş a bi wezîr û nûnerên Osmanî re destanên ku li ser Fata Reş hatine nivîsîn jî eşkere dike. li gel vê yekê Bayrak bi xwe jî demekê çûye Mereşê û şopa Fata Reş ajotiye û neviyên wê peyda kiriye û bi wan re hevypeyvînek kiriye. Her wiha di vî serenavî de Bayrak ji gelek gravûr, destan û belgeyên li ser Fata Reş di vê beşê de bi cih kiriye û şîrove û tehlîla wê serdemê hêsantir kiriye.
Fermandarên jin ê KCK’ê
Di beşa duyemîn de berhem bi serenava “Kürt Kadın Gerilla Önderleri Anlatıyor” de derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Di vî serenavî de Bayrak cih da ye hevpeyvînên ku bi fermandarên jin ê KCK’ê. Besê Hozat, Fatma Adir Dersîm, Sakîne Pîr, Besê Erzîncan, Zîlan Goyî bersiva pirsên Mehmet Bayrak danin û li ser bexwedana Gerîllayên jin rawestiya nin. Her wiha di vê beşê hevpeyvînên bi fermandarên YPG’ê yên Kobanê jî re hatine kirin cih digrin û fermandarên jinên Kobanê li ser berxwedana jinên Kurd ê li hember DAIŞ’ê radiwestin.Mehmet Bayrak ji bilî lêkolînên xwe cih daye gelek xebatên hin reweşenbîran Kurdan ê li ser mijarê jî û babatên wan jî pirtûk dewlementir kirine. Gotara Mehmed Emîn Zekî Beg û her wiha gotarên Kamûran Bedirxan û Sûreyya Bedirxan ê li ser jinên Kurd jî berhem dewlementir kirine rengekî nû dane berhemê. Ji bilî vê yekê jî ji ber ku Mehmet Bayrak heta ku ji destê wî tê ji serçaviyên yekem îstîfade dike û wan serçaviyan eşkere dike berhem ji hêlekê jî rengê bîblîyografiyeke li ser jinên Kurd wergirtiye.
Li her çar parçeyên Kurdistanê jin
Beşa sêyem a berhemê jî bi serenava “Di lîteratura Rojhilta û Rojava de Jina Kurd” dest pê dike. Mehmet Bayrak di vê beşê jî de li ser kelepora şerqê û rojava radiweste orf û edet, stran û destan, şîn û şahî hemû bûne mijarên vê serenavê. Di vî serenavî de li ser jinên her çar parçeyê Kurdistanê û jinên Kurd ê li Kafkasyayê jî hatiye rawestandin û jiyana wan, rola wan a di nava civakê de tevî hurgiliyan hatiye vegotin. Her wiha liberkirina libasên jinan ê cur be cur guherîna wan û bazin û xalxalên jinan jî di vî serenavî de cih digrin. Berhem valahiya di warê lêkolînên li ser jinên Kurd de dadigre û rê li ber xebatên nû vedike. Lewre jî di her beşê de Bayrak cih daye belge û gravûran. Li gel vê yekê jî eşkere tê xuyakirin ku ev berhema Mehmet Bayrak jî weke berhemên wî yên din piştî lêhûrbûn û xebatên giran hatiye amadekirin. Di pêşgotinê de jî eşkere dibe ku Bayrak sala 2002’an dest bi vê berhemê kiriye û heta 2015’an berhem ji xwîneran re amade bûye.
Mehmet Bayrak
Mehmet Bayrak piştî kutakirina Zankoya Enqerê salên 1970’yî dest bi lêkolînan dike. Her wiha Bayrak berê xwe dide baweriyên kevn ê Kurdan û li ser baweriyên Kurdan ên weke Yaresanî, Elewîtî, Zerdeştî û Êzîdîtiye gelek belgeyan berhev dike û wan belav dike. Di gel lêkolînan Bayrak salên 1988-1989’an bi navê “Özgür Gelecekê” kovarekê jî derdixe û di wê kovarê jî de gelek gotar û lêkolîn belav kiriye. Ji ber derxistina kovarê Bayrak gelek caran rastî êrîşan bûye gelek caran hatiye binçavkirin û du caran hatiye zindanîkirin. Li gel vê yekê li Bayrak 30 doz hatin vekirin û rastî gelek êşkenceyan hat. Li gel van êrîş û serkutiyan jî Bayrak temenê xwe ji lêkolînên kurdolojiyê terxan kir û heta niha zêdetirî 20 pirtûkan li ser kurdolojiyê belav kir. Kurdolog û dîroknas Bayrak li gel karê lêkolîn û dîroknasiyê weşangeriyê jî dike û heta niha zêdetir ji 100 kitebî jî belav kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN