Doza Roj TV’tê ku li paytexta Danîmarka Kopenhagê di 15’ê Tebaxê de, bi derketina skandala nameyan a di navbera rayedarên Tirk û dozgeren Danîmarkî de, kesên ku bi darê zorê û di bin tehdîda kuştinê de îfade dan kirin ku rewabûna doze nemîne. Derket holê ku derbarê dozê de raporeke li ser daxaza taybet hatiye amadekirin, li ser vê yekê parêzerê Roj TV’yê Bjørn Elmquist bal kişan ser wê yekê k udi doza girtina kanalê de tawanbarî û delîl tijî nakokî ne.
Elmquist anî zimên ku doz ne tenê ji bo Roj TV her wisa ji bo xweîfadekirineke azad û pergala hiqûqa Danîmarkayê jî gelekî girîng e û derbarê dozê de ev got: "Min her du rojên pêşîn gelek caran îtirazî îdîayên dozger kir û min got gelek îdîa ne rast in; bêbingeh in. Ji ber ku hewldana yên xwediyê îdîyan a ku hin tiştan rastnîşandayînê hem jib o xapandina me û hem jî xapandina heyeta dadgehê bû.
Wekî mînak; Gotinên xwe yên ku dive dawî bigota di serî de got û xwest rê li ber qirêjbûna agahiyan veke. Me bi îtiraza xwe rê li ber vê yekê girt û me kir ku danişîn xweşikî bimeşin. Hê gelek pirsgirêk li ber me ne bo çareserkirinê. Ya yekemîn û mijareke girîng e, rewşa şahidan e. Em ê binihêrin; Ka bê wê kîjan şahidan pêşniyaz bikin û wê dora pêşîn bidin kê…”
Elmquist bal kişand ser nakokiyên di tawanbariya ‘Têkiliya Roj TV-PKK’ê’ û got îdîayên heyî ji aliyê derdorekê ve bi taybetî hatiye amadekirin.
Wekî mînak; Roj TV’yê di nava 5 salan de ji 44 hezar saetan bêhtir weşan kiriye, lê xwediyên îdîayan bi mûçinkê 15 saet hilbijartine û hewl didin ku bi vê yekê îspat bikin ku Roj TV propagandaya PKK’ê dike. Parêzer got ku “ev yek ew ê bi tena serê xwe nebe îspatek, ji ber 15 saet ji hezarî 0,3 par e encax. Ev jî nikare bibe hincet bo tawanbariyê. Heyeta dadgehê jî bi baldarî ev yek şopand. Lê dîsa jî heyeta dadgehê wê biryarê bide.”

‘Rapora îstîxbaratê ne akademîk e'

Di danişîna roja sêyem de parêzer rexne kir ku ji Rêxistina Îstixbarata Danîmarkî(PET) kesek hatiye raporek pêşkêş kiriye û di raporê de xwendina koronolojî ya PKK’ê jî rexne kir. Piştî rapora navborî kesekî pispor û lêkolîner ku analîza raporê kir wekî ku “ her du heman kes in” nirxand.
Elmquist wisa axivî: " Yanî kesê ku rapor pêşkêş kir û analîza raporê kir heman kes bû. Belê li zanîngehê Zanistên Siyasî dixwîne, lê niha di beşa PET’ê de wekî sîxurekî dixebite. Yanî personelê PET’ê ye. Vî kesî 2-3 rapor pêşkêş kir. Bêguman dive pirsên derbarê raporan de bibersivîne û min jî pirsî û wî bersivand. Wekî mînak min jê pirsî ku wî rapor çawa û çima amade kiriye. Got ku rasterast bi dîrektîfa dozger amade kiriye. Min rêbaz û metoda amadekirina raporê jê pirsî. Akademîk e yan xwe disperse agahiyên li ser xwestekê, min jê pirsî ku wekî çavkanî serî li çi daye, her wisa rêbaza ku bi kar aniye ku jib o rêxistineke mucahîdî, ji bo gerîlayên FARC’ê ku tê bi kmar anîn , heman rêbaz bo PKK’ê bikar aniye. Bersiva wî “erê” bû bû got ku heman rêbaz ji bo PKK’ê jî bikar aniye. Li ser vê yekê min got ku ev rêbaz şaş e te ceh û genim li nav hev xistiyî. Bi heman rêbazê gelek mijar wê tevlihev bibin û ser hin mijaran jî wê were girtin.”
Elmquis daxuyand ku hê rapora xwediyê îdiayan pêşkêş kiribû nedane wî û wisa axivî: "Kê ev rapor nivîsî, çawa nivîsî. Yê endamê PET’ê got ku wî li ser israra dozger amade kiriye. Li ser vê yekê bingeha raporê xwe naspêre xebat û lêkolînên akademîk ji raporê wêdetir karekî ji bo xatiran hatiye kirin e û min ji heyeta dadgehê jî xwest ku ev yek wisa were nirxandin. Mijareke din a girîng, dema ku rapor amade kiriye ji kîjan kes û çavkaniyan sûd wergirtiye, min xwest van destnîşan bike. Endamê PET’ê anî zimên ku wî ji hemû malperên înternetê yên vekirî sûd wergirtiye yanî bi kurtasî agahiyên wî yên ku li ber destê her kesî ne. Ez ê vê mijarê di danişînên pêş de bînim rojevê.
Bi awayekî gelekî xerab tevliheviya agahiyan dertê holê û raya giştî şaş tê agahdarkirin. Ev yek gelekî talûke ye, ji berk u bi rêbazeke wisa mirov ê çawa bizanibin ku ev agahî hemû li ser xwestekê ji derekê ve tên belavkirin. Dîsa dibêjim, ev gelekî talûke ye. Ji ber ku agahiyên ji navendekê dertê wekî ku ji gelek navendan hatibin pêşkêşkirin didin xuyakirin. Ev yek jîn hişê mirovan gelekî tevlihev dike.”

Parêzer Elmquis destnîşan kir ku tespîta wî ya derbarê doza ku heta niha hatiye dîtin de ev e” ku hin lîstik dixwazin werin lîstin” lewma jî ev doz ji bo pergala hiqûqê û xweîfadekirineke azad a Danîmarkayê gelekî girîng e. 


ANF/KOPENHAG