
Sîstema kantonan a li Rojava hate damezrandin ji pirsgirêkên civakî heta bi yê aborî, ji dîplomasiyê heta bi rêxistinbûyînê pêwistiyên gel û pêvajoyê pêşwazî dikin.
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, di nava 2 meh û nîvan de di warê dîplomasî, rûniştandina sîstemê û xizmeta gel de pêngavên girîng avêtin. Meclîsa ku li hundir sîstemê dide rûniştandin, li derve jî danasîna wê kir. Li aliyê din pêdiviyên gel ên wekî ceryan, mazot, gaz, pêdiviyên çandiniyê û hwld. hatin pêşwazîkirin.
Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê piştî nîqaş û nirxandinên dirêj, di 21’ê Çileya 2014’an de ji aliyê pêkhateyên Kurd, Ereb, Sûryanî û baweriyan ve hate avakirin. Piştî îlankirinê, meclîsê ji avakirina sîstema hundirîn destpê kir û karê xwe da destpêkirin. Meclîsê destpêkê rêziknameya Meclîsê û rêziknameyên desteyan amade û erê kirin. Her wiha cîgirên serokên desteyan hatin diyarkirin. Piştre jî meclîsê û desteyan dest bi karê xwe kirin. Di vê çarçoveyê de saziyên aborî, çandî, civakî, tenduristî, ewlekarî û xizmetê yên ku dê girêdayî meclîsê xebatên xwe bimeşînin, hatin diyarkirin. Her wiha xebatkar û karmendên van saziyan jî di ber çavan re hatin derbaskirin.
Meclîsa Rêveber hefteyê carekê civîna xwe ya asayî lidar dixe û karên desteyan dinirxîne. Her wiha di nava hefteyê de her roj Serokatiya Meclîsê bi 4 desteyan re dicive û pirsgirêkên tên jiyandin, her wiha daxwazên gel û tiştên divê ku bêne kirin, têne nirxandin. Tenê roja înê civîn nayên lidarxistin. Li gorî plansaziyên ku hatin derxistin, li aliyekê danasîna sîstemaxweser hate kirin, li aliyê din desteyan karên xwe meşandin.
Serdanên derve
Piştî sererastkirina sîstema hundirin, desteyan lez da xebatên xwe. Di vê çarçoveyê de Serokê Desteya Karên Derve Salih Gedo û şandeyek pê re, di 12’ê Sibata 2014’an de çûn Başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê bi gelek partî û rêxistinan re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinan de hem sîstema Xweseriya Demokratîk hate vegotin, hem jî li ser girîngiya têkiliyan û vekirina deriyên sînor ji bo derbaskirina alîkariyan hate rawestîn.
Hevdîtinên bi heyetên biyanî re
Piştî îlankirina Meclîsa Rêveber, heyetên biyanî jî hatin herêmê û hevdîtin pêk anîn. Di vê çarçoveyê de bi nûnerên heyetên ku ji Fransa û Siwêdê hatin, her wiha heyetên mafên mirovan re hevdîtin hatin kirin. Di van hevdîtinan de jî sîstema xweser hate vegotin. Desteya Çandiniyê jî di çarçoveya demsala çandiniyê de, ji bo cotkaran bi buhayekî erzan mazot û pêdiviyên din ên çandinê peyda kirin û piştre jî li cotkaran belav kirin. Pereyê mazotê jî, heta dawiya demsala çandiniyê hate taloqkirin. Cotkar dema berhemên xwe ji zeviyê girtin, wê deynê mazotê jî bidin.
Pirsgirêkên civakê tên çareserkirin
Desteya Enerjiyê, ji bo welatiyan bi buhayekî erzan gaz û benzîn, her wiha madeyên din ên petrolê peyda kir. Bi vê pêngavê re hem buhayê gelek tiştan erzan bû, hem jî welatiyan hinekî din bi hêsantir pêdiviyên xwe bicîh anîn. Gaza mitbexê ku berê derdora 5 hezar lîreyê Suriyê bû, niha derdora 3 hezar lîreyê tê firotin. Lîtreya mazotê ku berê li derdora 200 lîreyê dihat firotin, daket 30 lîreyan. Desteyê her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka ceryanê jî ket nava hewldanan û hêza ceryana ku tê herêma Cizîrê ji 80 MW derxist 140 MW’yan. Li aliyê din bi gelek saziyên navnetewî re hevdîtin hatin kirin ku jenerator bêne peydakirin û pirsgirêka ceryanê bi temamî bê çareserkirin.
Desteya Mafê Mirovan, bi hevkariya Desteya Edaletê, Desteya Parastinê û Desteya Kar û Barên Hundir rewşa girtiyan şopand. Her wiha ji bo ku saziyên mafên mirovan ên navnetewî li herêmê lêkolînan bikin, ket nava hewldanan.
Desteya Tenduristiyê jî, ji bo peydakirina pêdiviyên herêmê yên wekî, derman, alavên nexweşxaneyan û hwd. bi saziyên navnetewî re ket nava têkiliyan û ev xebatên wê didomin.
Newroz, Ekîto û Çarşema Sor
Meclîsa Rêveber li aliyê din ji bo ku cejna Newrozê û cejna Ekîto ya Suryaniyan wekî cejnên fermî bêne qebûlkirin, 2 pêşnumayên cuda pêşkêşî Meclîsa Zagonsaz kirin û hatin erêkirin. Her wiha ji bo cejna Çarşema Sor a êzidiyan jî pêşnuma pêşkêşî Meclîsa Zagonsaz hate kirin.
Serdana Bakûr
Her wiha şandeyek ji Meclîsa Rêveber a di bin serokatiya Serokê Meclîsê Ekrem Hiso de, ji pîrozbahiyên Newrozê li ser vexwendina BDP’ê çû Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê. Şandeya ku li Amed, Wan, Stenbol û gelek cihên din tevlî pîrozbahiyan bûn, ji aliyê sed hezaran ve bi kefyxweşî hate pêşwazîkirin. Endamên şandeyê ji bilî tevlîbûna pîrozbahiyan, bi nûnerên gelek partiyên siyasî yên Kurd û biyanî, her wiha gelek sazî û rêxistinan re jî hevdîtin pêk anîn û sîstema xweser vegotin.
Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Ekrem Hiso ku têkildarî mijarê agahî dan ANHA’yê destnîşan kir ku hemû desteyên wan ji bo avakirina civakek demokratîk û pêşwazîkirina pêdiviyên welatiyan, bi saziyên civakî re di nava danûstendinan de ne û hevkariyê dikin. Hiso, her wiha anî ziman ku ew hewl didin ku bi kantonên Kobanê û Efrînê re jî têkiliyên xwe xurt bikin û ji bo karên hevpar kordînasyonekê ava bikin.
ANHA/QAMIŞLO