Di encama topbaranê de li qadên daristanê de şewat derdikeve. Pêr êvarê jî ji hêla Yekîneya Topbaran a girêdayê 34'êmîn Fermandariya Tûgaya Sînorê ya Şemzînanê heta derengiya şevê top û obus avêtin Çiyayê Gomanê. Di encama topbaranê de li qadên daristanê şewat derket û gelek cih şewitîn. Ji hêla rayedarên dewletê ve tu mudaxele li hemberî şewatê nehate kirin. Hate ragihandin ku Welatiyên ku xwestin şewatê vemirîn jî ji hêla leşkeran ve bi hinceta “ewlehiyê” hatin astengkirin. Leşkerên ku ji tabûr û qereqolên Şemzînanê dernakevin, bi hewayê jî tenê helîkopterên qobrayê li ser navçeya Şemzînanê difirin.

Kontrola gerîlayan didome 

Li herêma ku HPG'yiyan heqimiyetê xistiye destê xwe li nêzî navenda navçeya Şemzînanê jî qontrolkirina rê didomîne. HPG'yiyan di 3 cihên cuda yên nêzî Mezraya Gerget a girêdayê gundê Nehrê, Pira Mûjgê û Salara qontrola rê pêk anîn. Hate ragihandin ku HPG'yiyan di qontrolkirina rê de piştî bi hemwelatiyan re sohbet kirin, rê ji trafîqê re vekirin. Her wiha Ji navçeya Geverê ber bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê ve sewqiyata leşkerî hate kirin. Ji 34'emîn Fermandariya Sînor a Geverê konvoya leşkerî ya di nav de wesayîtên bi navê kîrpî heyîn ber bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê ve çûn .

COLEMÊRG