Artêşa Tirk doh jî êrîş bir ser sivîlên li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê. Li gorî agahiyên ji ajansa ANHA`yê ji ber êrîşên dewleta Tirk li gundê Til Finder ê rojavayê Girê Spî zarokeke 12 salî a bi navê Sara Rifet Mistefa şehîd bû.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku xwe dispêre ‘çavkaniyên leşkerî’, leşkerên artêşa Tirk ji taxên nêzî bajarê Girê Spî (Tel Ebyad) guleyan li sivîlan direşînin.

 

GIRÊ SPÎ