
Di êrîşa pêr êvarê ya li dijî kampa penaberan a Mexmûrê de 5 wezîfedarên ewlekariyê yên Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn. Meclîsa Gel a Mexmûr têkildarî êrîşê daxuyaniyek belav kir û got: “Hikûmeta Navendî ya Iraq û hêzên ku qada hewayî ya Iraq bikar tînin ji vê êrîşa ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, berpirs in.“ Her wiha KNK, KCD,YNK, HPD bang li Iraq, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir da ku bi rola xwe rabin û kiryarên vê komkujiyê derxin holê. Fermandariya Biryargeha Navenda Gel di daxuyaniya xwe de da zanîn ku gerîlayên azadiyê wê hesabê êrîşê bipirsin.
Pêr êvarê saet di 18:45’an bi balafirên şer li dijî kampa penaberan a Mexmûrê êrîş pêk hat. Di vê êrîşê de 5 wezîfedarên ewlekariyê yên Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn. Birîndar hê jî li Nexweşxaneya Par a li Hewlêrê tên dermankirin. Cenazeyên 5 têkoşerên ku di êrîşa şevê din a li dijî Wargeha Mexmûrê de şehîd bûbûn, bi merasîmek hatin oxirkirin.
Li gorî agahiyên gihîştine ber dest, nasnameya şehîdan wiha ye:
* Bager Boran
* Botan Amed
* Çekdar Mawa
* Dewran Mardîn
* Baz Dijwar

Divê hikûmeta Navendî ya Iraqê bi lezgînî daxuyaniyekê bide
Meclîsa Gel a Mexmûrê, têkildarî êrîşê daxuyaniyek da û got: Divê têkildarî vê êrîşê Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi lezgînî daxuyaniyekê bide.“
Di daxuyaniya Meclîsa Gel a Mexmûrê de ev tişt hate gotin: “6’ê Kanûnê saet 18:45’an li dijî Hêzên Ewlekariya Kampa Koçberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye, êrîşek hat kirin. Di encama vê êrîşê de ji hêzên ewlekariyê yên Mexmûrê şehîd û birîndar çêbûn.
Hêzên Parastina Mexmûrê, ji Tebaxa 2014’an û pê ve li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatiyên sivîl ên Kampa Mexmûrê biparêzin hatibû avakirin. Ev yekîneyên parastinê yên ku xwe dispêrin hêzên xweser ên gelê wargehê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê welatiyên sivîl ên li kampê bi awayekî aktîf parastibûn.
Hikûmeta Navendî ya Iraq û hêzên ku qada hewayî ya Iraqê bi kar tînin ji vê êrîşa ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, berpirsyar in. Li herêma ku êrîş lê pêk hatiye, qada hewayî ji aliyê hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tê parastin. Divê têkildarî vê êrîşê Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi lezgînî daxuyaniyek bide.“
Berpirsê yekem hikûmeta Iraqê ye
Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Parlamentoya Iraqê Ferhad Qadir jî diyar kir ji aramî û ewlehiya Wargeha Mexmûrê hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyar e.
Ferhad Qadir anî ziman ku li gorî qanûnên navneweteyî û qanûna parastina Iraq û Herêma Kurdistanê nabe welatî bibin armanca êrîşan û got:“Erkê hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê ye aramî û ewlehiya Wargeha Mexmûrê û her koçberekî li ciheke din be biparêze. Berpirsê yekem hikûmeta Iraqê ye. Ji bo ku bûyerên wiha dubare nebin em ê hemû rêyan bi kar bînin.”
Li hemberî hemû gelê Kurdistanê pêk hatiye
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê êrîşa bi ser Mexmûrê de daxuyaniyeke nivîskî da û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku demildest daxuyaniyê bide.
Daxuyaniya KCD’ê bi vî rengî ye: ‘’Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya ku di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye nêzî 15 hezar gelê me yê Bakurê Kurdistanê dijîn. Gelê me bi salan di bin êrîş û komkujiyên dewleta Tirkiyeyê û hêzên hevkar ên herêmî re rû bir rû man.
Li hemberî gelê me yê di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ne şevê din seat di 18.45’an de êrîşeke hovane pêk hat. Em diyar dikin ku ev êrîşa li ser bingeha dijminatiya Kurdan pêk hatiye, di şexsê gelê me yên wargehê, li hemberî hemê gelê Kurdistanê pêk hatiye. Divê were zanîn ku ev êrîş ji hêla hêzên hegemon û dewletên herêmî yên çeteyên DAIŞ’ê diparêzin ve hatiye kirin.
Her wiha ji ber ku ev êrîş li qada hewayî ya hikûmeta navendî ya Iraqê pêk hatiye û di bin berpirsyariya wê de ye divê demildest derbarê vê êrîşê de daxuyaniyê bide raya giştî.“
Di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye
Berdevkê HDP’ê û Parlementerê Qersê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen têkildarî êrîşa li ser Kampa Mexmûrê doh daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew wekî partî ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmetê û ji malbatên wan re jî sebr û deyaxê dixwazin û ev tişt hatin gotin: “Vê kampa penaberan a ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye, di serî de hikumeta navendî ya Iraqê û hemû saziyên têkildar ên navneteweyî divê lêpirsînekê bidin destpêkirin û encamên wê bi raya giştî par ve bikin. Divê kiryarên vê êrîşê werin dîtin û di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û zagonên Neteweyên Yekbûyî de divê werin cezakirin.“
NAVENDA NÛÇEYAN
KNK: Eşkere ye ku kiryar dewleta Tirk e
KNK’ê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir, bang li NY’yê û Hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê kir bi berfirehî li êrîşa li ser Mexmûrê bikolin.
KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê kir bi berfirehî li êrîşa li ser Mexmûrê bikolin û tevdîrên hewce bistînin. KNK’ê her wiha bang li gelê Kurdistanê kir û got,’’ KNK daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike ku di vê demê de da li xwe û welatê xwe xwedî derkevin, beramberî dek û dolabên dagirkeran hişyar bin û di nav xwe da bi tifaq bin ku rê li ber ajawekarîya dijminan bigirin.’’
Sîleheke hinde xedar ji hewayî ve avêtin
KNK’ê bi bîr xist ku herî dawî, havîna 2014’ê kamp bû hedefa DAÎŞ a xwînxwar û bi vî rengî dewam kir: „DAÎŞ’ê xwest kampê serûbin bike. Lê xelkê kampê bi desteka hêzên HPG û YJA-STAR’ê, berxwedaneke dîrokî nîşan dan û ew êrişa kevneperestên cîhadîst di demekî kurt da tarûmar kirin.
Duh (pêr) jî fûzeyek bi kampê ket. Ewil car e ku sîleheke hinde xedar ji hewayî ve tê avêtin bi ser kampê de. Ev niyeteke qirkirinê ye. Ev êriş divê biçûk neyê dîtin. Hukûmeta Bexdayê piştî referanduma 25’ê Îlonê ya li Herêma Kurdistanê digel dewletên Tirkîye û Îranê kete nav tifaqeke bêyom û gelek manewrayên leşkerî bi hev re kirin ku xelkê Kurdistanê tehdît bikin. Di nav vê rewşê da trafîka hewayî ev e demekî dirêj e ku ji teref hukûmeta Bexdayê ve hatîye sekinandin. Esmanê Iraqê û Kurdistana Federal di bin kontrola hukûmeta Bexdayê da ye. Ev êriş xuyaye ji teref merkezeke ku beramberî xwecihên kampê kîn û nefret heyî hatîye kirin. Ew merkeza kîndar û dijminê wargehê, eşkereye dewleta Tirk e. Di serî da hukûmeta Bexdayê ji ewlekarîya wargehê berpirsiyar e û divê di vî warî da beyanateke zelal û tetmînkar bide ka ev êriş ji kîjan alî ve hatîye kirin.
Divê NY li bûyerê bikole
Her wiha wargeha Şehîd Rostem Cûdî ya Mexmûrê, di bin çavdêrî, ewlekarî û îdareya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Divê NY, vê bûyerê lêkolîn bike, rastîyê derxe holê û ji bo parastinê wargehê tedbîrên pêwîst bigri.
Em KNK gelek bi xurtî vê êrişê protesto dikin û daxwazê ji hukûmeta Bexdayê, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û herwiha ji hukûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin ku vê êrişê ron bikin û tedbîrên parastina xelkê wargehê werbigirin.“