Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di êrişa artêşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê de zêdeyî 200 zarok bûne qurbanî. Rêxistinê ev êriş bi “Sûcên der heqê zarokan” bi nav kir.

Êrişên dewleta Tirk yên li ser Efrînê didomin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê zêdeyî 200 zarok bûne qurbanî û saziyê ev weke sûcên şer bi nav kir. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê navê 32 zarokên ku ji ber topbaran û bombebarana Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. 87 zarokên ku birîndar bûne belge kir. Girêdayî mijarê Fatima Mûselî got: “Dagirkeriya Tirk di êrişên xwe yên li ser Efrînê de bi taybet zarokan û bi tevahî sivîlan dike hedef. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî cîhanê çekên qedexekirî bi kar anî. Di 10 rojên êrîşê de hemû cûre çekên giran û qedexekirî bi kar anî. Sivîl kuştin. Gelek zarok bûn qurbanî.

Endamê Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Efrînê Îbrahîm Şêxo jî destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji destpêka 9‘ê Cotmehê heta niha hemû pêkhateyên herêmê dike hedef û gelek zarok bûne qurbanî.

 

ANHA/ŞEHBA