Li gorî îfadeyên van kesan teqînên berê li Efrînê çêbûne jî wan pêk anîne û têkiliya wan bi Partiya Azadî re heye. Kesê bi navê Ciwan Ednan Şêxo yê ji gundê Meydana di îfadeya xwe de dayexuyakirin ku teqîna beriya salekê li Mala Jinan a li Efrînê pêk hatibû, wî pêk aniye. Şêxo, da zaîn ku dema li Başûr dixwend kesek bi navê Hesen Şimdî nas kiriye û derbarê nasandina xwe û Partiya Azadî de ev agahî dan: ‘’Hesen Şimdî pir bi min re diket nava têkiliyan. Piştî vegeriyam Efrînê jî rojekê bombeyek da min û ji min xwest ku ez bavêjim Mala Jinê ya Efrînê. Her wiha 2 hezar dolar dan min ku kelaşnîkofekê bikirim. Piştre kesên bi navê Bavê Dawid û Welat ên ji Tabûra Azadî hatin gel min û ez bi awayekî fermî tevlî wan bûm. Welat û Bavê Dawid dizî û revandina mirovan dikin.’’

Şêxo di îfadeya xwe de desnîşan kir ku bi armanca nakokî di navbera hêzên YPG’ê û leşkerên Tirkiyeyê de derkeve ketine nava hewldanan. Li gorî îfadeyan Şêxo ev tişt hetiye gotin: ‘’Me hewl da ku leşkerên tirk birevinîn, lê bi me hesiyan em bi ser neketin. Ji ber ku ez serxweş bûm hatim girtin. Hevalên min Egîd û Hemê jî reviyan. Leşkên tirk ji min re digotin ‘tu hevalê PKK’ê ye, tu gêrila ye’. Min ji wan re got ku ez girêdayî Hesen Şimdî me. Bi telefonê bi Hesen re axivîn û jê xwestin ku were, lê Hesen nehat, ji ber wê 7 mehan di girtîgehê de mam.’’
Kesê bi navê Egîd Mistefa jî   wiha dibêje: “Em vegeriyan Efrînê, piştî du mehan careke din Hesen bi mere axivî û xwest ku em herin Kirikhanê û wî bibînin. Li ser vê yekê em çûn wir. Hesen ji mere got ku Herêma Kurdistanê ji me dixwaze ku em li dijî PKK ango PYD’ê û TEV-DEM’ê şer bikin. Lîsteyeke navan dan me. Di serê lîsteyê de navê serokê Meclîsa gel a herêma Efrînê Etûf Ebdo û navê Kamîran hebûn. Piştî em vegeriyan Efrînê Ciwan Şêxo bi min re axivî û xwest ku em li herêma sînor hin leşkerên tirk bigirin û çekên wan ji wan bistînin da ku di navbera YPG’ê û leşkerên tirk de pevçûn derkevin.”
Resûl Mihemed Îsmaîl ê ji gunê Zerka ku di mala wî de 25 kîlo madeyên teqemeniyê hatibû dîtin jî di îfadeya xwe de ev tişt gotine: “Ez endamê Partiya Azadî me, hêzên asayişê piştî di mala min de 25 kîlo TNT, bêtêl, çekên bêdeng û telefoneke Sûreya dîtin, ez girtim.”
Edhem Xelîl Enwer ê ji gundê Çeqela Navîn ku li ser gumana ku bombe û teqemenî ji Tirkiyeyê derbasî Efrînê kirine jî di îfadeya xwe de wiha gotiye: “Min Hesen Şimdî ji berê de nas dikir, berî du salan bi min re axivî û xwest ku ez hinek hevalên wî derbasî Tirkiyeyê bikim. Kesên derbas dibûn du yan sê rojan diman û vedigeriyan. Paşê hevdîtinên wan zêde bûn, carekê ji min xwest ku ez hinek bombe û teqemeniyan derbas bikin. Ew teqemeniyên ku di teqîna Mala Jinê û wesayîta Etûf Ebdo de hatibûn bikaranîn, ev bûn.”
Kesê bi navê Xelîl Enwer ê ji gundê Çeqelê Wistanî jî li xwe mukir hat ku madeyên teqemeniyê ji Tirkiyeyê derbasî Efrînê kirine û ev tişt gotin: ‘’Min Hesen Şimdî ji demeke dirêj ve nasdikir, beriya 2 salan bi riya telefonê li min geriya û ji min xwest ku ez hin hevalên wî bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê bikim. Hevalên Hesen her 2 rojan diçûn Tirkiyeyê û dihatin. Carekê Hesen Şimdî ji min daxwaz kir ku ez bombe û madeyên teqemeniyên derbas bikin. Bombeya ku di teqîna Mala Jinan û wesayîta Serokê Meclîsa Gel a Efrîn Etûf Ebdo yek ji wan bombeyên ku min derbasî herêmê kirine.’’

ANHA /EFRÎN