Festîvala Jazzê ya EFG´ê ya Londonê ya ku Arts Canteen organîze dike wê di navbera 15 û 25 Mijdarê de li dar bikeve.

Festîvala Jazzê ya EFG´ê ya Londonê ji seranserê dinyayê muzîkjenan dibe Londonê. Li tevahiya bejar wê di çarçoveya festîvalê de bi sedan konser bên dayîn.

Festîval di çarçoveya projeya Radif & Maqam Inspiration de wê îsal bi dengê sê jinan dest pê bike. Ev hersê jin jî ji Kurdistan, Îran û Efxanistanê ne. Suna Alan, Azadeh û Elaha Soroor wê derkevin ser dikê.

Ev konsera destpêkê wê li Richmixê, li navnîşana 35 - 47 Bethnal Green Road, E1 6LA yê be û saet 20:30´î dest pê bike.

 

LONDON