Beriya 4 hezar salan dawî li serdema Sumer a ku sazûmaniya civaka koledar da destpêkirin anîn û niha di sedsala 21’emîn de jî koka DAIŞ ji Rojhilata Navîn radikin.

Di tabloya aloziya Sûriyê de rêgeza “Kî li ser erdê xurt be, ew ê qezenc bike” diyarker e. Niha hêzên QSD’ê operesyona Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê dane destpêkirin. Lewra ev ê car din hevsengiyên siyasî yên dosyaya Sûriyê tevlîhev bike û ji nû ve dezayîn bike. Ew ê gavek din ber bi zelalkirina pêşeroja Sûriyê bide avêtin.

Di qada polîtîk a navnetewî de, ev operesyon ji bo bihêzkirina îradeya herêmên Bakurê Sûriyê di dosyaya Sûriyeyê de, stratejîk e. Di aliyê leşkerî de jî, ji bo misogerkirina parastina ewlehiya herêmên rizgarkirî yên Rojava-Bakurê Sûriyê girîng e. Dîsa jî, ew ê di mijara naskirina statuya Bakurê Sûriyê de bibe destekek bihêz. Her wiha Reqa bajarekî xwedan stratejiyek ceografî (erdnîgarî) ye; ku li navenda Sûriyê û li ser xeta bazirganiyê ya ku Heleb, Mûsil, Bexda heya bi Tehranê dighîne hev, dikeve.

Lê xala ku di vê dosyaya xwe de em bal bikşînin ser, pêşengiya Kurdan ji qonaxa dawîkirina serdema “xîlafeta” DAIŞ’ê û tewandina rupela serdema tarî ya vê rêxistinê li Sûriyê û Rojhilata Navîn e. Bi navlêkirinek din rakirina koka DAIŞ ji Rojhilata Navîn.

Di herikîna dîroka vî gelî de, ew her dem weke aktorekî ku serdest û desthiladarên serdemê qebûl nedikirin derketiye pêş. Van li gel yekîtiyên bi gelên cîran re di gelek buyerên hilweşandina împaretoriyên tarî de rolên pêşengiyê lîstine. Ev ji serdema Sûmeran dest pê dike, li gel Aşûr, Fatimî û xaçperestan heya bi sedsala 21’emîn tê.

Serdema netewe-bajaran a Sûmer

Rabûna yekemîn a li hember serdemek tarî di dîroka Kurdan de, di dema Sûmeran de (B.Z. 2500-1600’an) pêk hatiye. Komên kurdên ku wê demê navê Hûrriyan li wan dihat kirin, li hember serdestî û êrîşên Sûmeran di sazûmaniya kombûna eşîreyan de xwe birêxistin kiribûn û konfederasyonek ava kiribûn. Li gorî kronolojiya dîrokê, sazûmaniyên yekem ên konfederasyon û federasyonan di vê serdemê de li gel Kurdan derketine. Bi vê sazûmaniyê re karibûn xwe lli hember sûmeran biparêzin. Ev tenê di aliyê xweparastinê de nema, pêşiyên Kurdan di hilweşandina împaretoriya serdest a Sûmerî; ku di dîrokê de serdema emperyalîzmê ya sazûmaniya civaka koledar, daye destpêkirin de, rol lîstin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya Parastina Gelekî de dibêje: “Şaristaniya Sûmerî di dema xanedaniya Akadî ya Sargon mînaka yekemîn a karekterê serdestiya çandî ku bandora semîtîk li ser e, dilîze. Ji ber vê yekê Gutî yên ji koka Aryen-Horrî ne, li dij derketin. Di heman demê de rastî êrîşên Elamên Îranî, Amorît jî tê. Bi vê yekê re Xanedaniya Ûr a Sêyemîn hildiweşe. Di salên 1800 B.Z de jî Sumerî hêza xwe ya siyasî bi temamî winda dikin. “

Paşê ji bakur ve jî Kassît, Mîtannî û Hîtîtiyên ku ji koka Aryen-Horrît, êrîş dikin. Di sala 1600 BZ êdî Sumer bi temamî têk diçin û Babîl dibe hêza sereke ya li herêmê.

Bi Babîlê re Asûrî têk birin 

Serdema duyemîn a tarî ku Kurdan dawî lê aniye jî împaretoriya Asûriyan bû. Împaretoriya Asûrî ya nû di sala 934 B.Z li herêma navbera çemên Firat û Dîcleyê de hat avakirin. di demek kurt de piştî şerên bi Babil, Urartu, Eylam û Misirê, dikaribû desthiladariya cîhana kevin bigire dest.

Di vê nav 3 sedsalên desthiladariya xwe de aşûrî weke hovantirîn împaratoriyên cîhanê hat binavkirin. Ji çîrokên wan: Dema ku leşkerên Asûrî derbasî Kîlîkyayê dibin çermê qiralê wê bi saxî rakirin. Her wiha tê gotin ku dema Asûran êrîşî Babil kirin, ew bi temamî şewitandin. Dîsa di nav civaka asûrî de hêza şervanekî nayê hesibandin heya ku seriyên kesên ku di nav şer de qetil kirine, deyîne ser dîwarê mala xwe.

Ango bi gelemperî Asûriyan polîtîkayên talan, dagirkerî, komkujiyê û koçberkirinê bikar dianîn.

Li hember vê rewşa kirêtîk, B.Z. di navbera salên 700-550’an de eşîrên Med bi Babîlê re dikeve nava yekîtiyê de û konfederasyonekê ava dikin. Vê konfederasyonê bi serkêşiya fermandarê Medan Keyakser û yê Babîlî Nabûxadnesar, dikaribû di sala 625’an de paytexta Asûrî Nînowayê birûxîne û Împeretoriya Asûrî bi temamî têk bibe.

Alîkarê edîtorê weşana “The National Interest” Ackhelas Bellamara di lêkolînek xwe ya derbarê şerên Rojhilata Navîn de, şerê têkbirina împaretoriya Asûrî weke “Yek ji 5 şerên ku Rojhilata Navîn guherandin”, binav dike.

Bi vê yekê re dawî li serdema tarî ya desthiladariya Asûriyan tînin.

Rupela xaçparêzan jî tewandin

Li hember dagirkirina xaçparêzan ji xaka Rojhilata Navîn re jî Selahidînê Eyûbî yê Kurd, pêşengiya berxwedaneke wiha kir ku ew ji herêmê derxistin û dawî li serdema wan jî anî.

Di navbera salên 1169 û 1193’an de dikaribû Misir, Şam, Hema, Heleb, Lubnan, Filistîn, Qudus û hwd ji xaçperestan rizgar bike. Qiralê îngîlîzan Ric- hard, di sala 1189-1192 an de sê seferên xaçperestan dane destpêkirin, Frensî û îngilîzan di Deryaya Spî re û împeretoriya Elman jî bi ordiyeke bi sed hezar leşkerî ve di Enatolyaya Navîn re êrîşî hêzên Selehedîn Eyûbî kirin. lê Eyubî hemû êrîş şikandin û hişt ku xaçperest mecbûr bimênin bi şûnde vegerin.Bi vê yekê re jî rupela xaçparêzan li herêmê tewand.

Serdema tarî ya DAIŞ bidawî dikin

Dîroka vî gelî ku heya niha hûrguliyên wê nehatine nivîsandin, têrtije berxwedanên wiha ne ku karîbûn di qonaxên cûda de dawî li serdemên tarî yên desthiladar bînin û Rojhilata Navîn jê rizgar bikin. Ev mîrate di roja îroyîn a sedsala 21’emîn de jî dewam dike.

Aloziya Sûriyê rê vekir ku hêzek “terorîst” a mîna DAIŞ li herêmê fireh û belav bibe. DAIŞ a ku ji Çileya 2014’an bi fermî êdî herêmên Sûriyê dagir dikir, êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê jî kir.

Li van herêman bi pêşengiya Kurdan ev 2 sal in bêyî navber li hember vê koma “terorîst” berxwedanek bêhempa tê raberkirin. Şervanên YPG’ê weke tekane hêza ku rasteqîn şerê DAIŞ’ê dikin li qada Sûriyê hatin dîtin.

Lê îro bi operesyona Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê re, êdî ev berxwedan digihêje lutkeyê ku car din bi pêşengiya Kurdan ew ê serdemek din a tarî ji holê bê rakirin û bidawî bibe.

Paytext dipelçiqe!

Reqa weke paytexta “xîlafeta” û navenda rêveberiya leşkerî û rêxistinî ya DAIŞ’ê ye. Lewra rizgarkirina bajar û derxistina DAIŞ ji wir tê wateya dawîkirina vê xîlafetê û tewandina rupela serdema tarî ya DAIŞ li Sûriyê û Rojhilata Navîn.


NAZDAR EBDÎ