Lê futbolbazên ku di asta tîma neteweyî ya Lîga Premîerê de dilîzin bi sûcdariya
nîjadperestiyê re rû bi rûne.
Ya herî dawî jî di navbera kaptanê tîma netewî ya Îngîlîstanê John Terry û lîstikvanê defansê yê Queens Park Rangers, Anton Ferdînan de hate jiyîn. Di bûyera ku Federasyona Îngîlîstanê û Scatand Yard lêkolîn kir de Teryy ji Fernand re gotiye ‘Tu yê reşik..“

Îsal di Lîga Premîere de ev ne sûcdariya yekemîne. Hefteya berê jî Luîs Suarez yê Lîverpoolê îdia kir ku Partîce Evra yê Manchester Unîtedê ji wî re gotiye ‘zencî’ û li ser vê gilî kiribû.
Dihat fikirîn kul i Îngîlîstanê nîjadperestî êdî tevli dîrokê bûye. Lê di demên dawî de dîsa derketina bûyerên wisa ya di navbera sporîstan de, mirovan dike nava fikarê. Ev pirsgirêka ku ji gogbazê ku sîcîla wî gelek tijeye Emre Belezoglu dest pê kir, kesên payebilind yên futbolê gelek nerehet dike. Emre Belezolgu di macereya xwe ya kin ya Îngîlîstanê de ji ber nêzîkatiya xwe ya nîjadperest carekî ceza girtibû û ducaran jî bi nîjadperestiyê hatibû sûcdar kirin. Ji xwe ji berê de li sahayên futbolê nîjadpersetî tên jiyîn û ev jî di çapemeniya cîhanê cihê xwe digire.
Ji stêrtên Borussîa Dortmundê, Julîo Cesar diyar kir ku rojekî xwestiye ku biçe cihekî lê ji ber ku reşikbûye negirtine hundir û got ku ji ber vê yekê neçar maye ku transferê tîmeke din bibe.

Bûyereke trajîk di 3’emîn lîga Almanyayê di maçekê de di navbera Leîpszîg û Hallescher FC de hatibû jiyîn. Hate hînbûn ku Leîpzîg her tim ji lîstikvanê Nîjeryayê Adebowale Ogungbure re digot ‘reşikê nîjerî’.  Her wiha li aliyê din jî tuyê wî dikir. Ogungbure der barê mijarê de diyar dike ku ew her tim marûzê nîkatiya nîjadperest tên û got piştî ku êdî tuyê min kir sebra wî nemaye.  Her wiha li Ispanya û Îtalyayê jî dem bi dem nîjadperestî dertê holê.  Bi taybetî jî di navbera alîgiran de dertê holê.


SERDAR EROGLU - ANF-AMSTERDAM