Di operasyonên doh û per de li gorî agahiyên DBP(Partiya Herêmên Demokratîk) li Amedê 53, Colemergê 9, Qersê 20, Wanê 27, Sêrtê 27 û tevahî 136 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin. 

Dewleta Tirk di çarçoveya qirkirina siyasî de doh û pêr 4 jê HDP´î yek jê DBP´î hevserokên bajaran, 56 hevserokên navçeyan ên DBP û HDP û 3 şareder tevahî 136 kes binçav kir. Her wiha li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, der barê 200 kesî jî biryara binçavkirinê heye.  


Li navend û navçeyên Wanê gişan operasyon

Doh li Wanê 27 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin ku di nava wan de Hevserokên DBP’ê yên Bajêr û hevserokên HDP-DBP ên navçeyan jî hene. Li gorî agahiyan, di destê polîsên Tirk de lîsteyek heye û navê 70 kesan hene di lîsteyê de.


Li Amedê doh jî dewam kir

Polîsên Tirk di çarçoveya qirkirina siyasî de pêr li Navçeya Bismilê ya Amedê Hevseroka DBP’ê ya Bismilê Gurbet Yalçinkaya û Hevserokê HDP’ê yê Bismilê Habip Akinci binçav kiribûn. Doh jî polisan di ser mala hevserokê DBP’ê yê Bismilê Mehmet Onat de girtin û ew binçavkirin. Îro jî hevseroka HDP’ê ya Erxeniyê Şafak Tuncer û Hevseroka DBP’ê yê Erxeniyê Sultan Karaoglan hatin binçavkirin. Hevserokê HDP’ê yê Erxeniyê yê berê Ahmet Kinik jî duh serê sibehê hatibû binçavkirin.


Li Colemergê jî hevserok girtin

Li Colemêrgê jî polîsan bi ser mala Hevserokê HDP’e yê Colemêrgê Metin Besî, Hevserokê HDP’ê yê navçeya navendî Asim Ozcan, Hevserokê DBP’ê yê Colemêrgê Hakan Abî, Endamên Meclîsa şaredariyê Behcet Kanat, Fersat Heydeli, Ekrem Temeş û Şaban Oguz de girtin û piştî lêgerîna malê ew binçav kirin. Li aliyê din  polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Şemzînanê Cabbar Taş, Rêveberê HDP’ê Şukru Ogul û xebatkarê HDP’ê Ahmet Yucel binçavkirin. 


Li Qers, Bedlîs, Mûşê jî bincavkirin

Li navend û gundên navçeyên Qamûşan û Selîma Qersê 20 kes hatin binçavkirin. Di nav van kesan de Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Qamûşanê Seyat Dere û . Endama Meclîsa Giştî ya HDP’ê ya Bajêr Ruhan Yildirim jî hene. Li aliyê din li navçeya Adilcewaz a Bedlîsê jî Nîhat Gokmen û Arafat Oral ên HDP’î, li gundê Zirxîstê û li Kopa Mûşê jî du kes hatin binçavkirin. 


Li bajarên Tirkan jî operasyon hebû

Li navçeya Kepez a Antalyayê jî polîsan danê sibehê bi ser Taxa Şelale de girtin, Mehmet Şah Otûrakçi, Fatma Otûrakçi, Seher Işik û Ogûz Işik binçav kirin. Xwendekarê Zazîngeya Suleyman Demîrel (SDU) Kasim Saridag ê ku beriya 3 rojan ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “endamê rêxsitinê ye” hat girtin. û Saridag birin  Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê. 


 NAVENDA NÛÇEYAN