Şahide bûyerê û îsyana Motkiyê kalê 90 salî Hasan Akdenîz, çîroka îsyanê û bûyera definkirina kalikê Alî Kaya Osman Kaya vegot. Hasan Akdeniz, anî ziman ku serhildana Motkiyê di sala 1923’an de dest pê kir. Akdenîz, anî ziman ku wê demê 2 salî bû û çîrok her tim ji diya xwe guhdarî kir. Akdenîz, da zanîn ku Mirza Beg û malbata xwe şevekê ji herêma Xoyê bar kirin û hatin xwe avêtin gundên wan û wiha got: “Nêzî 50 malbat bûn. Me jî deriyê xwe li wan vekir û xwarin da wan. Piştî vê yekê dewletê bi hinceta ku alîkarî dane Mirza Bag mal û gundê wan tev wêran kir
Akdenîz, anî ziman ku Karwana Mîrza Beg beriya bûyerê ji gund derketibûn û ketibûn riya Amedê û wiha axivî: “Wê demê xizmetkarê Mîrza Beg Îsmail ji aliyê leşkeran ve hate girtin. Ji ber ku Îsmaîl li gundiyên ku alîkarî dabû wan îxbar kir, piştre leşkeriyê çûn gund şewitandin û wêran kirin. Çeto li gel Hamît dibin Motkiyê. Piştre 2 komên ku ji 23 kesan pêk tê wan dibin Bedlîsê. Kalikê me Hanefî hate girtin. Piştî ku kalikê me vegeriya Heskê û Çeto jî di nav de 10 kes ji aliyê leşkeran ve li herêma Serêdarê ya di nava Motkî û Bedlîsê de ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin.
Aknenîz, bibîrxist ku Hamît li gel koma 13 kesan şandin dadgeha Elezîzê û piştî li wir hatin darizandin serbest hatin berdan. Akdenîz, bibîrxist ku 13 kes li hemberî pereyan serbest hatin berdan û ji mirinê hatin rizgarkirin. Akdenîz, destnîşan kir ku Osman li gel 10 kesan hate kuştin û piştre bi komî hate definkirin û wiha axivî: “Kalikê Alî Kaya Osman li gel 10 kesan li gundê Mermentê kuşt. Kalike Kaya û malbata wî malbateke gelekî baş bû. Bavê min Heskê û kalikê Alî Kaya Osman bi hev re hatin kuştin. Di kanûna 1923’yan de piştî bi komî hatin kuştin bi komî hatin definkirin. Ji tirsan me neçû cenazeyên wan neanî.
Akdenîz, anî ziman ku wê demê welatiyên ku alîkari bi Mîrza begê re kiribûn malê wan hatin wêrankirin û gelek ji wan hatin kuştin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Welatiyan bi qasî 3-4 mehan li çiyê û derve jiyana xwe berdewam kirin. Bi pinçarê çole zikê xwe têr kirin. Ji ber vê yekê Îsyana Motkiyê derket. Di bihara 1924’an de ciwanên navçeyê li hev kom bûn û 4 mehan hemû saziyên dewletê desteser kirin. Di bûyerê de tenê 2 leşker hatin kuştin. Piştre rayedarên dewletê li hemberî sewal, zevî û mal bi welatiyên Motkiyê re peyman çêkirin.”
Hasan Akdeniz destnîşan kir ku wî bavê xwe li Motkiyê li gel Osman winda kir û kalikê wî jî di gora komî de hatiye definkirin.

Hasan Akdeniz, bilêv kir ku ew her cejnan diçe herêma Serêdarê û li ser gora komî ya bavê xwe û kalikê Alî Kaya duayan dixwîne.

SALÎH SERTKAL - DÎHA - BEDLÎS