Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê, Nêçirvan Barzanî, roja 2’ê Hezîranê dema tevlî Foruma Aboriyê ya Navneteweyî bû li bajara St. Petersburga Rûsyaye, bê agahiya ti kesî di rûnîştineke dûalî de ku tenê bi xwe, Qûbad Talebanî cîgirê serokwezîr û Aştî Hewramî wezîrê çavkaniyên xwezayî hebûn, peymaneke 20 salan bi şirketa petrolê ya Rûs, Rosneftê re îmze kir. Ev ne peymana yekemîn e lê beriya bi çend salan Nêçîrvan Barzanî peymaneke 50 salî bi heman rengî ji bo firotina Petrola Başûrê Kurdistanê bi Malbata Erdogan re îmze kir.
Destpêkê divê bête gotin, ev şirket rasterast di asta navnateweyî de weke şirketeke sipîkirina pereyên serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn tê nasîn û ne xwedî prestîjeke baş e. Ev ne mijara sereke ya vê nivîsê ye û wiha bawer dikim ne derdê yekemîn yê Civaka Başûrê Kurdistanê û kesên li dijî vê peymanê ye. Ya esasî ew e ka ev peyman çima ew qasî bi dizî û bê agahiya civakê, medyayê, Parlemana felckirî ji alî PDK´ê û partiyên din yên siyasî ve hatiye kirin. Ev heyeta ku ev peyman îmze kiriye, hejmareke pirr kêm û teng hatiye girtin û ti agahî li ser naveroka vê peymanê nîne.
Peyaman pêşîn a bi Erdogan re, hîna jî naveroka wê nayê zanîn, tevî ku çend caran Parlemana Herêma Kurdistanê û Komîsyona Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamenê û Serokê Komîsyonê Şêrko Cewdet daxwaza agahiyan kir jî, yên ev peyman îmze kirî, red dikin ku agahiyan bidin.
Îmzekirina van peymanên firotina petrolê di demekê de ku kirîzeke aborî û siyasî rasterast bandor li jiyana civakê kiriye û karmend û mamoste bi mehane ne tenê mûçeyên xwe ya asayî nagirin, lê mûçeyên wan kirin çaryekek. Peymana yekemîn ya Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan re ne tenê jiyana civakê baş nekiriye û xerabtir kiriye, jiyana civakê pê re jî her roj xerabtir dibe, ji ber ku ti hatinên ji frotina rojane 700 hezar varîl petrolê ji bo civakê nayê xerckirin. Di rewşa heyî de jî ti çerxeke lêpirsîna van talan û diziyan nîne. Ya heyî rewşa talan û mafyageriya petrolê heye ku bi peymana yekemîn di asta herêmê de bû û bi peymana duyemîn di navbera Nêçîrvan Barzanî û Pûtin de ku xwediyê esasî yê Rosneftê ye, êdî çarçoveyeke talankariyeke nevneteweyî ye. Ya herî balkêş di amadebûna îmzekirina vê peyamanê de Qûbad Talebanî ye ku hem cîgirê Serokê Hikûmeta Başûr e û hem jî endamê polît buroya YNK´ê ye. Ev jî tê wê watayê ku YNK di vê peymanê de beşa xwe ne weke Hikûmet lê weke malbatê girtiye. Petrola tê firotin a ku wê di destpêkê de bi rêjeya 700 hezar varîl rojane û heta dawiya sala 2017´an bibe milyonek varîl rojane, wê bi pirranî ji Kerkûkê werê şandin ku pirraniya wê di bin kontrola YNK´ê de ye. Ev peyman wê yan aloziyên siyasî mezin bi xwe re bîne hem li nav Başûrê Kurdistanê û hem jî bi Hikûmeta navendiya Îraqê re.
Piştî ku bê guhdana civakê, partiyên din û parlemanê, bi rengekî yekalî ev biyar ji alî çend kesan ve hatiye dayîn û ev peyman hatiye îmzekirin, êdî nerazîbûnên li ser kaxezê û daxuyanî feyde nakin, ev jî karekter û karesata siyasî li Başûrê Kurditanê nîşan dide. Pirsgirêk tenê di îmzekirina peymanê de nîne, pirsgirêka sereke ew e ku hîna jî asta karesata li Başûrê Kurdistanê ji alî van partiyên siyasî û hin navendên qaşo xwe mixalefet dibînin, nayê dîtin. Mîna ku di guhê gê de bin. Hin partiyên siyasî ku hîna jî bawer dikin ku li Başûrê Kurdistanê derfeta reformê maye. Ne serwext in ku talan, mafyagerî û dizî êdî bi sîstem dibe, lê belê ew jî bi çîroka nava wê pûç a “dewleta Kurdî” serxweş bûne; napirsin ka dema tu heta dilopa dawî ya qûtê vî gelî xiste nava peymanên veşartî û herêmê dikî cihê keşmekêşên navneteweyî, dewletê çawa ava dikî? Tu dewletê ji bo kî û bi çi ava dikî? Ava bike, jiyana te wê çi lê were? Ji wan hemûyan girîngtir, ev çîroka dewletê, bûye perdeyeke şanogeriyeke baş ji bo hemû diziyên xwe di bin de veşêrin û yên bawer jî dikin tenê mafê wan yê çepiklêxistinê heye.
Sala 1958´an, Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Abdulkerîm Qasim, petrola Iraqê xwemalî kir û li gorî destûra wê demê ya Iraqê, ev qanûn hejmara 80´yî lê ye û wê petrolê vî welatî li gorî berjewendiyên gel bête hilberîn û bikaranîn. Heta diktatorekî weke Seddam Hûsên jî nikarîbû berovajî vê qanûnê tevbigire, di berdêla vê peymanê de hîç guman nîne ku armanceke siyasî heye. Hefteya bihurî ya hevserokê Mecîlsa Sûriyeya Demokratîk, Îlham Ehmed, dema got, “Rûsya bi Tirkiyeyê gefa êrişan li Kurdan dixwe”. PDK her tiştî dike ji bo ku pêşiya Şoreşa Rojava bigire, diyar e ku ambargo, êriş û destekdayîna Tirkiyeyê û êrişên dawî li dijî Şengal û Rojava encam nedan, vê carê amade ye her tiştî li Başûr bike qurban ji bo vê armancê. Eger partî û civaka Başûr vê rastiyê wisa nebînin, nikarin tenê bi gefa li dijî qûtê rojane van zirarên van peymanan îzah bikin.