
Li Kurdistanê hêzên dewletê, li bajarên ku qedexeya derketina kolanê tê îlankirin herî zêde jî êrîşî jin û zarokan dike. Di nav çend mehên borî de bi dehan jin û zarok di encama êrîşên polîs û leşkeran de jiyana xwe ji dest dan û her wiha terora dewletê bi taybet li ser dêrûniya zarokan şopên travmatîk hiştin. Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê ku heya niha 5 caran rewşa awarte lê hat îlankirin, hemû beşên civakê bi êrîşên giran re rû bi rû man.
Ji bo zarokan çalakiyên hunerî
Polîtîkaya şer û şideta dewletê, li ser zarokan şopen giran hiştine. Bandora şer a li ser zarokan ji wêneyên ku xêz dikin heya lîstikên wan xwe bi awayeke zelal dide de. Ji bo piştgiriya zarokan, Egîtîm Sen û Komeleya Rojava bi hin çalakiyan hewl didin piştgiriyê bidin zarokan. Ji bo vê jî gelek aktîvîteyên çandî û hunerî têne kirin. Di çarçoveya bernameya mehekê de ji bo zarokan şano, pêşandana bi bûkên lîstok, pandomîm û muzîk jî di nav de de gelek beşên hunerî de çalakî wê werin lidarxistin.
Şerî xêz dikin
Yek ji wan çalakiyan jî xêzkirina wêneyan e. Di wêneyên zarokan de nîşaneyên şer bi her awayî dertên pêş. Di wêneyan de, kesên ku ji aliyê polîsan ve hatine kuştin, wesayîtên zirxî û tîmên taybet ên bi çek herî zêde xuya dikin. Li gel vê, di wêneyan de rengê berxwedana gel jî diyar dibe. Zarok, berxwedana ku her roj li ber çavên wan bi pêş dikeve, bi nivîs û sloganên ku li ser wêneyan dinivîsin, îfade dikin.
Kulîlk û perperik
Rêvebira Komeleya Rojava, Fîdan Kanlibaş da zanîn ku rêzeçalakiyên xwe yên ji bo zarokan li Nisêbînê dane destpêkirin û dê li bajarên din ên berxwedana gel li wan dewam dike jî xebatên xwe bidomînin. Kanlibaş bal kişand ser bandora şer a li ser zarokan û wiha axivî: “Me kolan boyax kirin û di nav şopên guleyan de kulîlk û perperik bicih kir. Me hewl da ku wekî zarokan bi awayekî rengîn li jiyanê binihêrin.”
‘Divê zarok keskesorê xêz bikin’
Sekreterê Rêxistinkirinê yê Egîtîm-Senê Salîm Kaplan jî diyar kir ku yên herî zêde ji pêvajoya şer û pevçûnan bandor li wan bûyî zarok in û ew hewl didin ku ji bo zarokan çalakiyên çandî û hunerî yên alternatîf bi pêş bixin. Kaplan got, rastiya şer bê rehm û dijwar e û wiha pê de çû: “Dema em bi zarokan wêneyan didin xêzkirin, em di wêneyan de kesên li erdê dirêjkirî, polîsên çekdar dibînin. Ev dide nîşan ka çiqasî bandor li zarokan bûye. Ya rastî, diviyabû ku zarok keskesorê, kulîlkên rengo rengo xêz bikirana.”
Kaplan herî dawî bang li saziyên civaka sivîl, komeleyên pedagojiyê û navendên çandî kir da ku werin Nisêbînê û ji bo zarokan xebatê bimeşînin.