
Helbestvan û nivîskar Selîm Temo piştî demeke bi kîtêbên xwe yên Kurdî û Tirkî derket pêşberî xwendavanên xwe, Kîtêba helbestan “Sê Deng” çapa xwe ya duyem kir û “Keştiya Bayê” jî ku bêyî ku çap bibe navê wê belav bûbû, ji Weşanên Lîsê derçû. Her wiha Temo helbestên Mûeyed Teyîb ku ji bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê ye wergerandin Tirkî. Helbestên Mûeyed Teyîb bi navê “Kar û ateş (Berf û agir) derçû.
“Sê Deng” ji nav Weşanên Lîsê derket
Selîm Temo ku di gelek warên wêjeyê de berhem dane, ji Weşanxaneya Lîsê du pirtûkên helbestê yên çap kir. Yek ji wan, Keştîya Bayê ye. Helbesta “Keştîya Bayê”, bêyî ku li deverekê bê weşandin di nava hezkêrên helbesta Kurdî de belav bû û bû navê pirtûkê bi xwe jî. Pirtûka duyem, çapa nû a Sê Dengê ye ku ji mêj de çapa xwe tunebû. Sê Deng, rêwîtîya yekem a Temoyî bû li milkê Kurdî. Çapa nû, xwendevanan ji nû ve dike şahide vê rêwîtîyê. Olana gelîyên welêt, hawara mehkûm û firarîyên li welatê xwe bêwelat, li warê xwe bêwayîr ji her risteyê bilind dibe. Sê Deng, ew deng e ku bi sê şêweyan diveje.
Amadekariya pirtûkên nû
Her wiha Weşanên Lîs da zanîn ku ew amadekariya çapkirina du berhemên din ên Temoyî dikin ku di plansazîya 2017’yan de ne. Yek ji wan, “Dûrecîran: Helbesta Kurdî û Helbesta Tirkî”, ya dî “Kurdên Xoresanê: Dîrok û Wêje” ye. Dîsa Temo hin transkrîpsîyonên weke “Kurdên Tirkmenîstanê” û “Kurd-Azerbaycan Edebî Elegeleri Tarixi” jî ji bo Weşanên Lîsê amade dike.
Vê carê bi Tirkî
Mûeyed Teyîb jî yek ji wan kesan e ku li bajarê Duhokê hatiye dinê û helbestên xwe bi Kurmancî dinivisîne. Dengê Teyîb ê ku bi helbestên xwe şahideya demekî dike, bi Tirkiya Selîm Temo vê carê olan dide.
Selîm Temo kî ye?
Helbestkar, wergêr û akademîsyen e. Di 27’ê Nîsana 1972’yan de li gundê Mêrînayê yê Êlihê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li gund, a navîn li Êlihê kuta kir. Bi destpêka xwendina Beşa Etnolojîyê ya Zankoya Enqereyê (1992-2000) re dest bi belavkirina berhemên wêjeyî kir. Di 2009’an de li Zankoya Artukluyê ya Mêrdînê wekî asîstant profesor dest bi karî kir û xebata damezirandina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî meşand. Lê piştî ku Kurdî ji alîyê dewletê ve wekî “beş” nehate pejirandin, ji lijneya damezirandinê îstifa kir. Di 2011’an de wekî “mamosteyê mêvan” li Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Zankoya Exeterê (Brîtanya) xebitî. Di navbera salên 2013-2014’an de di rojnameya Radikalê de bi Kurdî û Tirkî quncik nivîsî. Helbest û nivîsên wî bo Almanî, Azerî, Flamanî, Fransizî, Îngilîzî, Kurdî (Kurmancî, Soranî, Kirmanckî) û Tirkî hatine wergerandin.
Çend rist ji helbesta “Keştiya Bayê”
(…)
bêje: "çûyîn çi peyveke dirêj e...”
bêje: "tûşî tiştan bûm
bi gelek tiştan dizanim
gelek cemidîm piştî xewnê”
birikeke demode
di orkestraya qelebalixê de kemaneke ji hedê xwe derketî
lê ax nîn e ji du paket zêde min ebayek
bi min re diaxive şûna birîna min jî navê min bibihîse
gava dergistiyan demê dizîn bi navranên xwe yên qurifokî
bizanibe dilê min bar e li ser dilê min ku çi mêr bûm gava peyvên te radiketin
te ji hemû şibakan li min dinihêrî
min birînek bi bîr dianî nizanim di singa kê de ketîbûm
neêşîne siya çûkên êşiyayî jî
min xerîbiya xwe dikir li quncê demê
ne hatina şevê bûm ez
ne sohtina gulê bûm
mehrûm û qewirî ji paxila derfetekî
ji şerbikên çembilşkestî diçûrisî olana şevê
straneke zîz li pey trênê dixulxulî
weke yekê sebra xwe bi aşkirinê nayne qurre bûm
axx çûyîn çiqas li min tê
li pey şopa dewrêşên hevçerx dibînim ku têr ax ji xortaniya min a seridî
ji qulingên malên tarî,
ji kûjîlekên qeşemgirtî hatim bi ser şanikên te ve
tu dizanî ey evîn
çawa li destê te dipirsî peyvên ji kevnedestanan pengizî
bayê geliyên dûr li ser eniya min dileyîst
dizûriya leylana asoyeke gilover
li dora min hevalê kuştî û dayoxax ku kurdînî nifirê sedsala zikreş bû êdî
ka bêje çi bû ya ji lêvên te nabare
ma min jî evînek nebe
piştî saxmayînekî
xayîs xeterok û dilmayî me
nizanim çi me li kolanên gewr ên bajarên radayî
(…)
AMED