Di herikîna zemên de tirs û fikar

  • Gava em li vî wêneyê Bîlge dinihêrin hem tirs û fikara heyînxwazî hem jî ya civakî dibînin. Em dibînin ku li hemberî herikîna zemên fikarek heye. Hem hebûnê hem jî ji tinebûnê ditirse. Ji hebûna ku her tiştî dide ber xwe û bê şexsiyet dike, ditirse.

 

ÇIDEM BARAN

 

Tirs û fikar berdêla çêbûna mirov e. Her ku zeman herikiye, mîrasa tirs û fikaran girantir bûye. Tu mirov ji vê mîrateyê mehrûm nemaye, namîne. Jean-Paul-Sartre dibêje, mirov giş ditirsin. Yê/a netirse ne normal e. Max Horkheimer di wê baweriyê de ye ku – û ez jî weke wî difikirim - tirs û fikar genetîk dibe. Di pirtûka xwe ya “Rawestandina Aqil” de mînakeke wiha daye, “Carinan, mîmîk û bertekên Cihuyekî karsaz î serketî, tirs û fikara ku bav û kalên wan tim jiyane diteyîsîne”. 1

Roja ku Adem û Hawa guh neda fermana Xwedê û wan ji dara genim xwar û pê re jî ne tenê gunehê mewrûs; tirs û fikara mewrûs jî xistin barê mirovan. Ji wê gavê û pê ve mirovahiyê heya sedsala bîst û yekemîn jî tirs, fikar û guneh bi awayekî mîrate bi xwe re anîne.

Tirs afirîner e

Mirov tim tirsiyaye û fikar kirine. Ji sermayê, germê, ji heywanên dirinde, ji dengên xerîb û yên hundirîn, ji siyên xerib û yên xwe, ji hêza xwe û xwezayê tirsiyaye û fikar kirine. Ji loma, şikeft kolane, amûr afirandine, heywanên ku ji wan tirsiyane tine kirine, kedî kirine. Ev ne bes bûye, wêneyên wan li ser şikeftan wênandine da ku ruhê wan jî bikin ên xwe; ango hêza wan vehewînin. Her ku wan xweza guherandiye ew jî bi xwezayê re guherîne. Tirs û fikarên wan jî guherîne, zêde bûne. Berê xwe dane deriyên nû. Wan deriyên nû ew fêrî tiştên nû kirine. Niştecih bûne, pirr bûne, bi hêz bûne û ji hêza aqilê hev tirsiyane.

Tirs û fikarên çêkirî

Tirs û fikara wan berê wan daye ezmên. Yezdan û şeytanê di sûretê xwe de heyî kirine û danîne valahiya ezmên. Bi wî awayî hem serweriya ezmên û hem jî ya erdê kirine. Aqil, bi civak, olê tatmîn nebûye şaristanî, metrepol, mekîne ava kirine. Nebûye, mirov kirine weke mekîneyan; di bajarên modern de mirov-mekîne xistine bin çavdêriyê. Îja tirs û fikarên wan jî bûne çêkirî, eynî weke wan.

Çêkirîbûna ku bi Şoreşa Pîşesaziyê (1750) dest pê kiribû, di sedsala bîst û yekemîn de êdî ti cih û beledên ku xwe negihandibiyê, nemaye. Di destê dînê Dataîzmê de mirov êdî bûne kobay. Dikarin tirs û fikarê heyî jî tine bikin. Sermeselê, çawa ku vîrusa covîd-19’ê bera nav cîhanê dane û lê temaşe dikin. Hîn di serê serdema bîstemîn de fikirdarê Elman Walter Benjamin ji aqilê mirovahiyê ku a niha gihaştiyê, tirsiyabû û wiha nivîsîbû: “Xerîbbûna mirovahiyê ya li hemberî xwe, hatiye wê astê ku wê tinebûna  xwe weke xweşiyeke estetîk bijî”. 2

Hunermend wê xwe ji sermayebûnê çawa biparêzin

Heger em vegerin û di çarçoveya hunerî de li tirs û fikarê meyzînin, em dikarin tabloyeke wiha deynin holê; di Serdema Pêşîn de huner di çarçoveya sêhrî de dihat afirandin; di Serdema Navîn de di ciyê rîtuelên sêhrî de rîtuelên dînî cih girtin; di Ronesansê de kulta olî veguhezî kulta bedewiyê. Di dema hunerê modern de êdî binhişî, li xwe û li xwezayê vegerîn derdikeve pêş. Di sedsala bîstemîn de tirs û fikara her du şerên cîhanê diteyîse ser bizavên hunerî. Piştî sala 1989’an ku dîwarê Berlînê tê hilweşandin û Sovyet ji hev de dikeve, hunerê hemdem êdî serî hildide û gerdûnî dibe. Bi vê gerdûnîbûnê re huner êdî dibe meta, dibe sermaye. A niha pirsgirêka mezin ew e ka hunermend wê çawa xwe ji wê sermayebûnê biparêzin. Xuya ye, ne rehet e û berdêlên wê pirr giran in. 

Fewzî Bîlge yek ji wan hunermendan e ku berdêlên giran dane û hunerê xwe ji sermayebûna piyaseyê parastiye. Nehiştiye hunerê wî bê şexsiyet bibe. Wî, bêhtir berê tirs û fikarên xwe daye pirsgirêkên civaka xwe. Xwe ji xwe heyî kiriye. 

Gava em li vî wêneyê Bîlge dinihêrin hem tirs û fikara heyînxwazî hem jî ya civakî dibînin. Em dibînin ku li hemberî herikîna zemên fikarek heye. Hem hebûnê hem jî ji tinebûnê ditirse. Ji hebûna ku her tiştî dide ber xwe û bê şexsiyet dike, ditirse. Ditirse û em dikarin bibêjin, di haya tirsa xwe de ye. Weke fikirdarê girîng Soren Kierkegaard jî dibêje: “Heger bi awayekî rast em karibin bi fikar bin, ha wê çaxê xala dawî em fêr bûne… her ku fikar kûr dibe, asta mirov jî bilind dibe”. 

Tirs û fikar dikare mirov heyî jî tine jî bike. Di vî wêneyî de em bandora  tirs û fikarê ya heyîbûnê dibînin. Em dibînin ku tirs û fikara di vehunekên wêne de hiştiye ku ew heyînsaziya xwe bibîne. Jixwe, heta mirov tine nebe bawer nakim ku heyî jî bibe. Di wêne de Bîlge bi portreyekî bê beden ku parçeyên heyî jî li ber wendabûnêne, xwestiye ku bibêje; "Ti avabûn bê berdêl ava nebûne. Ango bandora tirs û fikarê ya li ser biziravbûnê bi bînêr dide nîqaşkirin. 

Tirs û fikar dikare me bi zirav jî me bê zirav jî bike. Weke nimûne, di pergala kapîtalîzmê de derd û kula fatureyan mirov bê zirav kirine. Ji tirsa ku karibin fatureyên xwe razînin li gorî çerxa pergalê dizîvirin û qet li ti nirxên din newêrin xwedî derkevin. Ditirsin ku li pişt xwe meyzînin bikevin; lê nizanin ku çerxê ew cûtine û weke amûreke bê wate avêtine wira. 


1 Max Horkheimer, Rawestandina Aqil, Wer.: Orhan Koçak, Weşanên Metîs, Stenbol, 2018, r.143.
2 Walter Benjamîn, Dîroka Fotograf a Kin, Wer.: Osman Akınhay, Pirtûkxaneya Agora, Stenbol. 2015, r. 95.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.