Kurdistaniyê bi nave Şerko Maarfî li girtigeha Seqiz a li Rojhilatê Kurdistanê di hat ragirtin. Maarfi 3’ê Mijdarê roja Yekşemê saet di 18:00 de ji koxûşa lê dima birin. Li gor agahiyen ku çavkaniyen hereme dan doh dane sibe Maarfî hate dardekirin. Li aliye din hat îdîakirin ku girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê Mutelîb Ehmedî jî ku 30 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, li girtîgeha Seqizê dihat ragirtin ew ji birine hucreya darvekirinê. Şêrko Maarfî 34 salî bû û ji bajarê Bane bû. Di 1’ê Mijdara 2007’an de bi sûcdariyên “propaganda dijberiya rejîmê û dijminatiya Xwedê” kiriye bi îdamê hatibû cezakirin. Di 14’ê Mijdara 2009’an û 1’ê Gulana 2011’an de du caran darvekirina wî ket rojevê, lê belê ji ber zexta raya giştî ev biryar hatibû rawestandin.


Bûye rêbaza çewisandinê ya rejîmê

Li Îranê, girtiyên siyasî û edlî bi rûniştinên ji çend deqeyan ên dadgehan, bi cezayê darvekirinê tên cezakirin. Li vî welatî ku darizandina adîl nîne, darvekirin ji aliyê rejîmê ve weke rêbazeke bersivdayîn û gefê tê bikaranîn. Zêdebûna darvekirinan di dema Serokkomariya Hasan Rûhanî de, ku ji bo guherînê sinyal dida, hêviyên guhertina li qada mafên mirovan tine kir.
Rayedarên Îranê bi awayekî fermî qebûlkirin ku di sala 2013’an de 304 kes hatine darvekirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî li gorî çavkaniyên “pê bawer” ragihand ku 234 kesên din jî hatine darvekirin, lê belê ev hejmar ji aliyê rejîmê ve nayê qebûlkirin. Di nava du hefteyên dawî de li gelemperiya welêt zêdeyî 40 kes hatine darvekirin.
Ji 26’ê Cotmehê û vir ve rejîma Îranê 13 jê li girtîgeha Ûrmiyê herî kêm 16 Kurd bi darve kir. 4 ji van girtiyên siyasî ne. Di 26’ê Cotmehê de endamê PJAK’ê Hebîbûllah Gulperîpûr li girtîgeha Ûrmiyê hat darvekirin. Di heman rojê de li girtîgeha Selmasê jî girtiyê siyasî yê Kurd Riza Îsmaîlî Mamedî ji aliyê rejîmê ve hat darvekirin.
Di 3’ê Mijdarê de Kurdekî bi navê Ezîz Azerî yê ji Serdeştê li girtîgeha Ûrmiyê hat darvekirin. Azerî bi bazirganiya madeyên hişber dihat sûcdarkirin.
Girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar û Lokman Mûraqdî jî di her kêliyê de bi darvekirinê re rû bi rû ne.

13 girtiyên siyasî hatine îdam kirin
Li Îranê ji 2007’an heta niha herî kêm 13 girtiyên Kurd yên siyasî hatin darvekirin. Dem ü navên Kurdên di sala 2007an de hatin derdekirin wiha ye. Di 2007’an de Hasan Hîkmet Demîr yekemîn mîlîtanê PJAK’ê ye ku hat darvekirin. 11’ê mijdara 2009’an Îhsan Fetahiyan hat darvekirin. Di 6’ê Çileyê 2010’an de Fesîh Yasemînî, 9’ê Gulana 2010’an Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hulu hat darvekirin. Di 27’ê Çileyê 2011’an de jî endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê Ferhat Tarîm li girtîgeha Urmiyê hat darvekirin. Di 5’ê Çile de Huseyîn Xizrî li girtîgeha Urmiyê bi veşarî hat darvekirin. Înfaz di 15’ê Çile de derket holê. 26’ê Cotmehê endamê PJAK’ê Hebîbûllah Gulperîpûr li girtîgeha Ûrmiyê û girtiyê siyasî Riza Îsmaîl Mamedî li girtîgeha Selmasê hatin darvekirin. Herî dawî jî, girtiyê siyasî yê Kurd Şerko Maarfî yê li girtîgeha Seqizê dihat ragirtin hat darvekirin.

25 Kurd li benda îdamê ne  

Li girtîgehên Îranê herî kêm 25 girtiyên Kurd li korîdorên mirinê ne. Navê van kesan wihane: “ Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale’î, Ezîz Mihemedizade, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijwarî, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad, Hebîb Eşrafî, Elî Eşrafî ve Îbrahîm Îsapûr.

SEQIZ