Daxuyanî ji aliyê endamê PÇDK'ê Mam Hejar ve hate xwendin. Hejar, xwestin ku di zûtirin demê de êrîşên Tirkiyeye bi dawî bibe. Hejar wiha axivî: "Bê guman ev demek dirêj e li ser herğemê êrîş pêk tên. Balafirên artêşa tirk bi armanca îmhakirinê her derê bombe dike û bi taybetî welatiyên sivîl ji vê yekê zirarê dibîninn. Ji ber vê yekê em wekî PÇDK'ê bi tundî van êrîşane şermezar dikin. Em bang li rayedarên dewletê û hikûmetê dikin ku van êrîşan rawestînin."
Hejar bal kişand ser peyama KCK'ê û wiha got: "Divê peyama KCK'ê li ber çavan bê girtin. Li şûna ku bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bike serî li rêbazên şer û operasyonan dide û daxwazên aştiyê red dike. PÇDK tu carî van êrîşan qebûl nakin. Xuya dibe ku Tirkiye Îran û welatên serdest di mijara îmhakirina Kurdan de bûne yek. Lê Kurd li hemberî vê yekê bêdeng namînin.
HEWLÊR