Vê hefteyê jî wekî her hefteyê bi hezaran welatî derketin qadên ku her hefte nimêjên înê dikin û ji bo Nimêja Înê ya Sivîl ref girêdan û nimêj kirin.
Di çarçoveya Raperîna Gel ku ji aliyê KCD'ê BDP'ê hate destpêkirin, dîsa Nimêja Înê ya Sivîl li Amed, Mêrdîn, Şirnex, Riha, Sêrt, Wan, Colemêrg, Mûş, Bedlis, Agirî û Îdirê ji aliyê hezaran kesan ve hate kirin. Di dimêşa Înê ya Sivîl de welatiyan piştgirî da kampanya KCD'ê ya "Dibistanan Boykot bikin" û bang li her kesî kirin ku zarokên xwe neşînin dibistanan. Her wiha dîsa astengiyên li pêş hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate xwestin ku li şûna operasyon û zextên li ser Îmraliyê diyalog û gavên aştiyê bên avêtin.

AMED