Di çarçoveya raperîna sivîl a ku ji aliyê KCD’ê û BDP’ê ve hatibû destpêkirin de, li Amed, Şirnex, Sêrt, Riha, Mêrdîn, Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş, Bedlîs, Edene, Mêrsîn, Manîsa û gelek bajar û navçeyên din bi hezaran welatiyan ref girêda û xwestin ku her kes li dijî zilm û nehehiqê dengê xwe bilind bikin. Di minêjên înê de meleyên li pêş girsê nimêj kirin kuştina Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Yildirim Ayhan ku li naçeya Çelê di meşa mertalên zindî de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin şermezar kirin.
AMED: Li Amedê wekî her hefteyê bi hezaran welatî li bin dîwar û bedenên Sûra Amedê li qada Deriyê Çiyê kom bûn û nimêja înê kirin. Li pêş girsê endamê Komeleya Piştevanî û Piştgiriya Aliman a Amedê (DİAYDER) Galîb Sevim bi Kurdî weaz dan. Endamê DÎAYDER’ê Mehmet Emînoglu jî li pêş girsê nimeja înê kir. Li gel germa zêde nimêj rastî eleqeyek mezin hat. Di nimêjê de polîsan detbîrên mezin girt.
MÊRSÎN: Li taxa Guneşê ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê li germa zedê ji 2 hezaran zêdetir kes ji bo nimêja înê kom bûn. Welatiyan ji malên xwe secade û karton anîn û li ser nimêj kirin. Beriya nimêjî bi Kurdî weaz hate dayîn. Di waezê de hate gotin ku hemû cîhan li hemberî şîdeta li dijî Kurdan bêdeng dimîne û hate diyarkirin ku ev yek li gorî îslamê ye. 
EDENE: Li taxa Gulbahçesî ya navçeya Seyhana Edeneyê bi sedan kes li Mizgefta Hîcretê hatin ba hev û nimêja înê kirin. Beriya nimêjê mele Îsa Turan xutbe xwend ûcejna remezanê ya welatiyan pîroz kir. Mele Turan wiha got: „Me bi xemginî cejnek derbas kir. Ji ber operasyon û mirina gelê me cejn pîroz nekirin û şîn girêdan. Em dixwazin ev xwîn û rondik bên rawestandin. Em naxwazin ciwan bimirin. Ji bo ku ev xwîn bê rawestandin em dua dikin.“ Piştî xutbeyê mele Turan nimêj da kirin.
MANÎSA: Li Manîsayê li avahiya Rêxistina BDP’ê ya li taxa Fevzî Çakmakê gelek welatî ji bo nimêja înê hatin ba hev. Serokê Rêxistina BDP’ê yê Manîsayê Kerem Taylan nimêja înê da kirin. Li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê jî bi tevlibûna Serokê Rêxistina BDP’ê ya Turgutluyê Mehmet Gulmez welatiyan bi hevre nimêja înê kirin.
RIHA: Li navçeya Weranşarê ya Rihayê li ber avahiya Rêxistina BDP’ê ya lu taxa Kişlayê bi sedan kes ji bo nimêja înê kom bûn. Di xutbeya ku bi Kurdî hate dayîn de li ser kuştinên sivîlan ên di demên dawî de hate axaftin. Piştî xutbeyê Mele Îbrahîm Akkaş nimêj da kirin.
SÊRT: Li navçeya Misircê ya Sêrtê weke her hefte vê hefteyê jî nimêja înê hate kirin. Bi sedan kesên Şaredarê Misircê Necat Yilmaz jî di nav de beşdarî nimêjê bûn. Mele Suleyman Yilmaz bi Kurdî xutbe da û bal kişand li ser operasyon û kuştinên sivîlan ên di demenê dawî de. Piştre mele Yilmaz nimêj da kirin.
ÊLIH: Li Êlihê bi sedan kes li Baxçeyê Çay ê Şaredariyê ji bo nimêja înê hatin ba hev. Endamê DÎAY-DER’ê Mele Ahmet Eşîyok beriya nimêjê weaz da û bal kişand ser pêşketinên demên dawî. Mele Eşîyok xwest ev pêvajoya pevçûnê di demeke kin de bi dawî bibe. Piştî xutbeya li ser şer û pevçûnên dawî bi sedan kesan bi hevre ji bo nimêja înê ref girêdan.
ŞIRNEX: Li Şirnexê jî wekî her hefteyê bi hezaran welatî li Konê Sivîl ê pişt avahiya BDP’a Şirnexê hatiye vedan Nimêja Înê ya sivîl hate kirin. Bi hezaran welatiyên ku yekemîn nimêja Înê ya piştî Cejnê li Konê Çareseriya Demokratîk ku wekî mizgefta sivîl îlan kirine kir. Li pêş girsê Mele Seît Îdin minêj bi Kurdî xwend. Îdîn ji cimhetê xwest ku tu kes li hemberi zilm û zordariyê bêdeng nemînin. 
Li navçeya Cizîrê jî bi hezaran welatiyan li Parka Şaredariyê ref girêdan û wekî her hefteyî minêja înê ya sivîl kirin. Dîsa welatiyan li gel germa zêde sicade û bataniyên xwe ji malê anîn û li parkê li pey hev rêz bûn. Girsê li vir bi Kurdî li xutbê guhdar kir.
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê jî bi hezaran welatî li baxçê Şardariya Sîlopiyê kom bûn û bi girseyî nimêja înê ya sivil kir. Li pêş girsê Mele Haci Olgun bi Kurdî xutbe xwend û minêja sivîl kir. Girsê ji bo endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê ku ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin dua xwendin.
Li navçeya Qilabanê ji bi sedan kes li parka şaredariyê kom bûn û bi girseyî nimêja înê ya sivîl kirin. Ni nimêja ku xutbe bi Kurdî hate xwendin de ji her kesî hate xwestin ku li dijî zilmê bê deng nemînin.
WAN: Li Wanê nimêja înê li ber mala Yildirim Ayhan ê ku li Çelê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin hate kirin. Bi hezaran kes hatin ba hev û beriya nimêjê mele Abdullah Adli bi Kurdi weaz da. Adli got ku kesên ku li dijî aştiyê disekinin û xwînê dirijînin li cem xwedê gunehkar in. Adli diyar kir ku Yildirim Ayhan ji bo aştiyê û rawestandina xwînê bûbû mertalê zindî lê bi fermana şerxwazan hate kuştin. Adli destnîşan kir ku Ayhan li cem xwedê şehîd e. Piştî weaza hate dayîn welatiyan bi hevre nimêj kirin.
COLEMÊRG: Li Colemêrgê nimêja înê li ber Konê Çareseriya Demokratîk hate kirin. Rêveberên BDP’î û Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu jî bi welatiyan re nimêj kir. Mele Zekî Çîftçî beriya nimêjê xutbe xwend û piştre jî nimêj da kirin.
GIMGIM: Li Gimgimê bi sedan kes li ber Konê Çareseriya Demokratîk hatin ba hev û li ser betanî û secadeyên ku li malên xwe anîne nimêj kirin. Beriya nimêjê Mele Tahîr Temîz bi Kurdî xutbe xwend. Mele Temîz diyar kir ku AKP ol ji bo xwe dike amûrê siyasetê û ji bo zilmê ol îstismar dike. Temîz xwest welatî li dijî zilmê yekîtiya xwe ava bikin. Piştî xutbeyê welatiyan bi hevre ref girîdan.
MELEZGÎR: Li navçeya Melazgîrê ya Mûşê jî Konê Çareseriya Demokratîk a li Kolana Hunerê Mele Omer Ozturk nimêj da kirin. Cîgirê Şaredarê Melazgîrê Fahrî Atalay jî bi welatiyan re nimêj kir. Beriya nimêjê Mele Ozturk weaz da û bal kişand li ser pevçûna 30 salan û xwest ev şer di demeke kin de bi dawî bibe. Mele Ozturk got ku divê her kes li dijî vê şerî dengê xwe bilind biki. Piştî weazê mele Ozturk nimêj da kirin û piştre jî welatiyan bi hevre ji bo rawestandina şer û pevçûnan dua kirin.
KOP: Li navçeya Kopê ya Mûşê jî nimêja înê hate kirin. Li Konê Çareseriya Demokratîk a li Parka Teras a Kop-Bîlîcanê bi sedan kes hatin ba hev. Mele Suleyman Çagli bi Kurdî weaz da bal kişand li ser operasyonan û êrîşa hewayî ya li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê. Mele Çagli da zanîn ku di êrîşan de sivîl dibin hedef û xwest ev operasyon bên rawestandin. Piştî weazê cemaetê bi hevre ref girêda.
TETWAN: Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî nimêja înê li otoparka li pişt avahiya Rêxistina BDP’ê ya Tetwanê hate kirin. Mele Îbrahîm Ulus nimêj da kirin û bi sedan kes tevli nimêjê bûn. Ulus beriya nimêjê bi Kurdî weaz da û got ku di îslamiyetê de cihê zilmê nîn e û ev zilma ku tê kirin jî xwedê efû nake. 

BAZÎD: Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî li Konê Çareseriya Demokratîk bi sedan kesan ji bo nimêje înê ref girêdan. Mele Adil Çoban bi Kurdî weaz da û bal kişand li ser operasyonên hikûmeta AKP’ê. Çoban diyar kir ku gelê Kurd cejn bi xemginî derbas kir û xwest ev êş di demeke kin de bi dawî bibin. Çoban ji bo vê yekê jî banga yekîtiyê kir. piştî weazê bi sedan kesan bi hevre nimêj kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN