
ÊLIH: Li Êlihê jî bi sedan kesan li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê Êlihê hatin cem hev û nimêja înê kirin.
SÊRT: Li Sêrtê jî bi sedan kesan li Garaja Şaredariya Sêrtê li gel rewşa hewayê sar hatin cem hev û nimêja înê kirin. Di nimêja înê de bi Kurdî weaz hate dan. Mela Mehmet Polat ji bo kesên di qeza li ser riya Êlih û Amedê jiyana xwe ji dest dan dua xwendin. Li navçeya Misircê jî welatiyan nimêja înê kirin.
AMED: Li Amedê jî nimêja înê li Qada Derê Çiya hate kirin. Mela Hadî Koç, bi Kurdî xwedbe xwend û bertek nîşanî operasyona li dijî saziyên çapemeniya Kurd da. Pişt re nimêja înê hate kirin. Li navçeya Bismîl û Lîceyê jî nimêja înê hate kirin.
RIHA: Li Rihayê jî welatiyan li ber Navanda Kar a Karakoyunê nimêja înê kirin. Mela Mehmet Çîçek bi Kurdî weaz da û wiha got: "Dibe ku dewletek bêol be. Lê divê bê dad nebe. Hikûmeta AKP hem li dijî aştiyê ye û hem jî bêdad e. Kesê li dijî aştiyê û dadê minafiq e." Piştî weazê nimêja înê hate kirin.
Li navçeya Serê Kaniyê jî nimêja înê hate kirin.
WAN: Li Wanê jî di çarçoveya çalakiya raperîna sivîl de girseya ku li Parka Ahmedê Xanî kom bûn nimêja înê kirin. Meleyan di nimêjê de bi Kurdî weaz dan û xwestin Kurd yekîtiya xwe biparêzin.
MELEZGÎR: Li navçeya Melezgîrtê ya Mûşê jî bi heman armancê girse li avahiya BDP'ê ya Bazîdê nimêj kir. Ji ber hewa zêde sar bû welatî li avahiya BDP'ê kom bûn û nimêja înê kirin. Mele Ozturk bi kurî weaz dan û zextên li ser Kurdan şermezar kir.
BAZÎD: Li navçeya Bazidê ya Agirî jî welatî li Konê Çareseriya Demokratîk kom bûn û nimêja înê kirin. Meleyê BADAY-DER'ê Resul Înak û Ahmet Demir bi Kurdî weaz dan û girtin û binçavkirin şermezar kir.
COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî ji ber hewaya sar girse li avahiya BDP'ê kom bûn û nimêja înê li avahiya BDP'ê kirin. Di nimêê de Mele Zeki Çiftçî nimêj kir. Di nimêjê de endam û rêveberên BDP'ê û Şaredar jî amade bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN